image

PeyamaKurd – Li Iraqê, Ekrem Kabî ku sekreterê giştî yê rêxistina bi navê Tevgera Nuceba ye û di bin sîwana Haşdî Şabî de ye, rexne li serokwezîrê Iraqê li Mustafa Kazimî kir û got wê di pêşde tiştên talûketir çêbibin. Kabî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Hal ber bi rewşeka talûketir de diçe. Dagirker naxwazin ji welat derên. Hewldanên ku zerarê didin bexwedanê dikin.”

Kabî, piştî operasyonên binçavkirinên li dijî Haşdî Şabî ji aliyê hukumeta Iraqê de, bang li grûbên ku di bin sîwana Haşdî Şabî de ne kir û xwest ku derfetên xwe xurt bikin û weha dewam kir:

“Grûbên ku di bin sîwana Haşdî Şabî de ne, divê xwe bo destanekî mezin amade bikin.”