image

PeyamaKurd -  Balyozxaneya Fransayê ya li paytexta Tirkiye Enqerê, daxwaz ji welatiyên frensî yên li Tirkiyê kir ji bo xwe biparêzin neçin li cihên qelebalix û tevlî xwepêşandanan nebin.

Balyozxaneya Fransayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyekê ji welatiyên fransî daxwaz kir, di geştên xwe yên li nava Tirkiyê de ji xwe hayadar bin û bi taybetî xwe ji kombûn û xwepêşandanan dûr bixin.

Balyozxaneya Amerîkayê jî 4 roj berê dabû xuyakirin ku di destê nûnertiya wan a li Tirkiyê de agahiyên îhtimala êrîşên terorî li hemberî hemwelatiyên Amerîkayê û kesên biyanî bên kirin û werin revandin hene û li Tirkiyê karûbarên vîzeyan rawestandibû.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Fransayê piştî gotinên Erdogan ên derbarê Macron û boykotkirina kelûpelên Fransî hatiye dayîn ku Erdogan îdia dike, Fransa û Macron dijminatiya Îslamê dikin.