image

PeyamaKurd – Li Fransayê rêxistina bi navê BarakaCity ya Îsmalî ku di sala 2008an de hatibû avakirin bi sedema ku têkiliyên wê bi Îslamiyên redîkal re heye û tevgerên terorî dixe kirasekî qanûnî an ku dike haletekî rewa, hat girtin. Damêzrênerê rêxistinê yê bi navê Îdrîs Sîhamedî di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku ew dixwaze li Tirkiyê îltîca ya siyasî bike.

Îro li bajarê Nice ku dikeve başûrê Fransayê 3 kes ji aliyê îslamiyên redîkal de hatin kuştin. Çend roj berê jî mamoste Samuel Paty bi sedema ku karîkatorê Hz. Mihemmed çêkiribû hatibû kuştin.

Damêzrênerê rêxistina BarakaCity Sîhamedî, di ser hesabê xwe yê Twitter ê de bi zimanê Tirkî weha dibêje:

“Rêxistina me ya ku li 26 welatan xebata bo 2 mîlyon mirovên feqîr dike û rêxistina alîkariya mirovî û mafê mirovaye, Fransa biryara girtina Barakaciyt ê da. Piştî lêpirsîna bi 3 salan ti sedemeka girtinê nehat dîtin. Ji ber van sedeman ez li ser navê xwe û tîma rêxistina me ya sîvîl, ji birêz Erdoğan daxwaz dikin ku em ê li Tirkiyê îltîca siyasî bikin.”

Li ser daxwaza Sîhamedî rêvebiriya Giştî ya Îdara Koçberiyê ya Tirkiyê bersivê da peyamê û got weka kes, Sihamedî û hevalên xwe, bi nasmane, pasaport û daxwaznameyên xwe ve agahiyên îltîcayê bişînin û wê Tirkiye bersivekî bide wan. Îdareya Koçberan weha got:

“Piştî agahiyên ku we da, wê tîma me ya li balafirgeha Îstenbolê bên agahdarkirin.”

Li ser girtina BarakaCity yê, wezîrê karên hundir yê Fransayê Gerald Darmanin, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Rêxistina BarakaCity vê sibê ji aliyê encumena wezîran de hat betalkirin. Weka min di biryarnameyê de ragihand; BarakaCity nefretê zêde kir, têkiliyên xwe bi tevgerên redîkal yên Îslamî re dewam kir û ji rewakirina tevgerên nerewa zewqê sitend.