image

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi musebeta salvegera mewlûda pêxember Hz. Mihemmed axaftinekî kir. Berhem Salih di axaftina xwe de got ku hêjî terorîzm û şiddet bo ewlehî û aştiya civakî ya Iraqê tehdîde û weha got:

“Di nava çend rojan de kuştin û bûyerên terorî yên li El-Ferhadiye, Xaneqîn û Kerkûkê nîşan didin ku hêjî teror û şiddet bo ewlekarî û aştiya Iraqê tehdîde û tehdîd dewam dike. Çeteyên DEAŞ û El-Qaîdeyê û yên di bin navên cuda de giredayê wanin û mîltanên terorîst, misilmanan, Xîrîstiyanan, êzîdiyan û temamê rêxistinên civakê kirine hedefa xwe û ev jî nîşan dide ku ola (dînê) qatilan tineye.”