image

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê ragihand ku vekişîna hêzên wan ên li welatê Somalê ku ji têkoşîna dijî terorîstên tundrew hatibûn şandin temam bûye.

Vekişîna hêzên Amerîkî beriya dema hilbijartinên qanûnsaz ên Somalê werin encamdan bi kêmtirî mehekê pêk hat.

Hat diyarkirin ku derketina nêzî 700 leşkerên Amerîkî di demeke zehmet de pêk hatiye ku koma bi navê Ciwanên terorîst a girêdayî rêxisina El-Qayîde heye û bi awayekî zelal xurt dibe û êrîşên li ser cihên leşkerî û sivîl li Meqdîşo didomîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 4ê Kanûna 2020an fermana vekişîna praniya hêzên Amerîkayê ji Somalê dabû.