image

PeyamaKurd – Bernameya danîna xelatan ser terorîstan a girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji serokê rêxistina terorîst DAIŞê yê nû Ebû Îbrahîm Qureyşî daxwaz kir, ji hevalên xwe yên terorîst re bêje wêneyekî wî yê baştir bişînin.

Li ser hesabê medya civakî yê Bernameya Xelatan a ji bo Dadê wêneyê serokê DAIŞê Ebû Îbrahîm Qureyşî ku bi nasnavê Hacî Abdullah tê naskirin wiha hat gotin:

“Ey Hecî Abdullah, ev wêneyê te qet ne xweşik e, mimkun be ji hevalên xwe yên terorîst re bibêje, bila wêneyekî te yê baştir bişînin.”

 

Bernameya Xelatan a ji bo Dadê ya Amerîkayê 24ê Hezîranê ragihandibû ku wan li şûna 5 milyon dolaran 10 milyon dolar xelat daniye serê serokê DAIŞê.