image

PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê dorpêçên nû danîne ser 17 kes û dezgeyên ku bi serokê Sûriyê Beşer Esed re têkiliyên wan hene. Li ser dorpêçan, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo behsa dorpêçên nû kir û got ku biryara dorpêçan li ser êrîşên 29 ê cotmeha 2017an yên li Idlibê li bajarokê Armanazê hatine dayîn ku ji aliyê hêzên rejîma Esed re hatibûn kirin.

Biryara dorpêçên nû li ser kes û dezgeyên ku desteka fînansî didin rejîmê û bo rejîmê kar dikin hat dayîn. Di nava wan de, bi sedema ku nehiştiye agirbes li Sûriyê çêbibe, fermandarê artêşa 5 emîn Mîlad Cedîd, karsazê Sûriyê Yasîr Îbrahîm û xuşkên wî Nesrîn û Rana Îbrahîm xistine nav lîsteyê. Di beyana wezîr Pompeo de weha hat ragihandin:

“Malbata di bin serokatiya Yasîr Îbrahîm de, wezîfa cepheyê bo Beşer Esed û jina wî Esma Esed dike. Bi mîlyonan Sûriyeyî bi birçîbûnê re rû bi rûye lê malbata Îbrahîm bo desthilatiya Beşer û Esma Esed li ser aboriya Sûriyê fireh bike, weka dîna pere xerc dikin.”