image

PeyamaKurd- Bi sedema ku li Lîbyayê weka şebekeyekî karên qaçaxiyê dikin û para wan di tevliheviya deverê de heye, dewleta Amerîkayê bo 3 hemwelatiyên Lîbyayê û şîrketekî ku navenda wê Malta ye, xist lîsteya reş ya dorpêçê.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di beyana xwe ya nivîskî de ragihand ku wan hemwelatiyê Lîbyayê yê bi navê Faysal el-Wadî, bi sedema maddeyên hişbir û petrola Lîbyayê direvîne Maltayê, wî xistine lîsteya dorpêçan. Bi sedema têkiliyên wan bi Wadî re hene, kesên bi navên Musbah Muhammed Wadî û Nureddin Milud Musbah û şîrketa bi navê Alwefk ltd. ku navenda wê Malta ye, xistne lîsteya dorpêçê.

Di çarçoveya dorpêçan de, kesên navborî mal û heyiyên wan yên li Amerîkayê, wê dewlet dest deyne ser wan. Pompeo weha got:

“Reqabeta ku di ser karên qaçax, tesîsên petrolê û tora gihandinê têkirin, yek ji faktorên bingehîn yê şerê Lîbyayê ye. Em ê li hemberê wan kesên ku li Lîbyayê aştî, ewlekarî û îstîqrarê naxwazin, tedbîrên ber bi çav deynin.”