image

PeyamaKurd – Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley li ser pêvajoya kovid-19 ê îdîayekî avêt holê û got ku endîşa wî heye ku vîrusa koronayê ji aliyê dewletekî an rêxistinekî de weka sîlihên biyolojik hatibe bikaranîn an bête bikaranîn. Milley li Enstituya Brookingsê li ser mijarên di rojevê de axifî û behsa vîrusa koronayê jî kir. Milley weha got:

“ Ev vîrus an vîruseka dinê weka sîstemeka biyolojîk tê bikaranîn an bo kiryarên xerabiyê? Belê tê bikaranîn. Ev dikare bibe û ev endîşe ye. Ji xwe dewletên netewî xwediyê wan derfetane ku dikarin bikin lê ya herî xerab ew e ku rêxistinên terorî di destê wan de sîlih jî tine be, sîlihên biyolojîk bipêş bixin, bikarbînin, dikarin bibin sedema herifandinên mezin û xeyalkirina wê ne zahmete jî.”