image

PeyamaKurd - Berdevka Hêzên Amerîkayê yên li Afganistanê Sunny Leggett ragihand ku hêzên Amerîkî êrîşek li dijî Talîbanê pêk aniye û 5 payebilindên Talîbanê hatine kuştin.

Laggett da xuyakirin, hêzên Amerîkayê ji bo parastina hêzên ewlehiya nîştimanî yên Afganistanê û li gorî peymana Amerîkayê bi Talîbanê re, li herêma Narx a eyaleta Wardak li navenda welêt êrîşek pêk aniye û di encamê de 5 endamên payebilind ên Talîbanê hatine kuştin.

Tevî ku şerê di navbera hêzên hikumeta Afganistan û rêxistina Talîbanê de, berdewam dike jî danûstandinên rawestandina şer jî didomin.