image

PeyamaKurd - Rêveberê Peymangeha Yekîtiya Aboriyê ya Ewropa-Asyayê Vladimir Lebekin ji rojnameya rûsî ‘EuroAsia Daily’ re axivîye û gotiye, Tirkiye û îstixbarata Brîtanyayê şerê Qerebaxê dane destpêkirin ku ew jî operasyoneke li dijî Rûsya û Îranê ye.

Lebekin gotiye: “Bi nêrîna min, Tirkiye û îstixbarata Brîtanyayê şerê li Qerebaxê dane destpêkirin. Ev operasyon li dijî Rûsya û Îranê ye.”

Lebekin diyar kiriye ku Moskowê çalakiyên xwe di bereya şaş de pêk anîne ango di lihevanîna aliyên şer de. Lê belê ew ne xwediyên vî şerî ne, ew amûrên şer in. Ji ber wê jî herdu aliyên Azerbaycan û Ermenistanê ji bo çareseriyê ne amade ne.

Lebekin di berdewamê de daye xuyakirin: “Divê em tiştan bi navê wan ên rast bi nav bikin. Tirkiye li herêmeke xwedî stratejiyeke mezin şer li dijî Rûsyayê ragihand. Bi destên Azerbeycanê û terorîstên Ereb dest bi şer kir. Lê xuya ye ku Rûsya van rastiyan paşguh dike.”

Pisporê Rûsî gotiye, divê fermandariya Rûsyayê sînorekî ji çavnebariyên Tirkiyê yên ber bi hegemonyaya li başûrê Qafqasyayê re deyne ji ber ku Rûsya naxwaze “Osmanî” li Gurcistan, Abxazya, bakurê Qafkasyayê, welatên Asyaya Navîn û herêma Volgayê belav bibin.