image

PeyamaKurd- Wezîrê petrolê yê Îranê Namdar Zengene ragihand ku wê li pey biryara kêmkirina firotina petrolê ya ku OPEC ê bistîne herin. Zengene got; eger Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) biryara kêmkirina firotina petrolê bo bazara dinyayê bistînin, wê biryarê destek bikin.

Li gor ragihandina ajansa Îranê ya bi navê Ajansa Enerjiyê ya Nûçeyan SHANA yê; Zengene behsa welatên endamên OPEC ê û yên di derveyê OPECê de ku serpereştiya wan Rûsya dike, heyetên wan yên teknîk xwestine hilberînê an firotina bazarê rojane 600 varêl kêm bikin, li ser vê mijarê fikrên xwe beyan kir. Zengene weha got:

“Endamên 0PECê li ser çi miqdarê hemfikir bimînin, em ê wê miqdarê destek bikin.”

Bi sedema ku li bajarê Vûhan a Çînê vîrusa coronayê derket û seferên bo welatê Çînê, seferên ji Çînê bo welatên din kêm bûn û di encamê de pêdiviya dinyayê ya petrolê kêm bû, xeber heye ku OPEC û welatên di derveyê OPECê de, petrola difroşin bazara dinyayê kêm bikin.