image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi sedema zêdekirina bacê ji 75 dolaran bo 300 dolaran bazirganan nekarîn zebeşên ji Îranê anîbûn derbasî bazarê bikin û 5 hezar û 430 ton zebeş li Wanê xirabûn û hatin avêtin.

Hat zanîn 5 Hezar û 430 ton zebeş 25 roj berê ji Îranê bi vagonên trênê hatibûn anîn, lê ji ber zêdebûna bacê nekarîn wan bixin bazarê û hemû zebeş meriqîn û avêtin çopê.

Zebeşên ku bazirganan ji Îranê anîbûn, ji ber rejêya bacê ji 75 dolaran derxistin 300 dolaran, li GAR'a Trênê ya Wanê ji 15ê Gulanê ve 25 rojan hatibûn rawestandin û ji ber germa havînê hemû xira bûn.  

Bazirganên ku ew zebeş ji Îranê anîbûn li dijî zêdekirina rêjeya bacê derketin û gotin, dewlet bi zanebûn wan ber bi îflasê ve dibe.