image

PeyamaKurd- Serokê baregeha veberhênanê ya serokkomariya Tirkiyê Arda Ermut ragihand ku wê şîrketa otomobîlan ya Almanya Volkswagen heya nîvê salê veberhênana xwe biqedîne. Şîrketa Volkswagenê biryar dabû ku fabrîqeyekî li Tirkiyê deyne û niha biryara xwe tîne cîh.

Plana şîrketa Almanya Volkswagenê ew e ku fabrîqê li bajarê Manisayê ava bike û wê jimara hilberîna erebeyan salane 300 hezar be û wê li dora 4 hezar xebatkar tê de bixebitin. Şîrket di dawiya sala 2020an de, wê dest bi avakirina fabrîqê bike û di sala 2022an de biqedîne.