image

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku tankêra dawiyê ya 5 em ya Îranê ku ji Venezuelayê re petrola xam dibe, gihaye nava ava Venezuelayê. Hêzên deryayî yên Venezuelayê di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku tankêra petrolê ya Îranê ya bi navê Clavel, bê ku arîşeyekî derê, gihaye nava ava welatê wan û bi tankêrê niha rêhevaliyê dikin.

Di çapemeniya dinyayê de hatibû ragihandin ku wê Amerîka bi keştiyên xwe yên şer mudaxeleyê tankêrên Îranê bikin lê tiştekî weha çênebû.

Berê jî tankêrên petrolê yên Îranê yên bi navên "Fortune", "Forest", "Petunia" û "Faxon" petrolê biribûn Venezuelayê.