image

PeyamaKurd- Li Tirkiyê şîrketên weka Mavi, Boyner û YKM ê bo demekî temamê maxazayên xwe digrin. Girtina maxazayan bi temamî di çarçoveya berlêgirtina koronavîrusê ye. Ji bilî her sê şîrketên navborî, Altınyıldız Classics, İpekyol, Twist û Machka jî, ji 19 ê adarê 2020an bo demekî wê temamê maxazayên xwe bigrin. Boyner di ser hesabê xwe yê fermî de mijarê weha ragihand:

“Em saxlemiya we muşteriyên xwe yên qedirbiha û xebatkar û malbatên wan difikirin. Di çarçoveya hêdîkirina belavbûna vîrusê de, em berpirsin û di mijara parastina îstîhdam û parastina mafên xebatkaran de bi hezrin. Em temamê maxazayên xwe yên li Tirkiyê, Boyner û YKM ê ji 19 ê mehê û pê de bo demekî digrin. Heya em we ji vekirina maxazayan agahdar bikin, hun dikarin di ser hesabê me yê malperê de ji xizmetên me fêde bibînin.”

Ev tenê ragihandina Boyner û YKM ê bû. Her weha yên din jî fîrmayên Mavi, Altınyıldız Classics, İpekyol, Twist û Machka weka ragihandina Boynerê agahî dan xebatkar û muşteriyên xwe.