image

PeyamaKurd- Şîrketên weka Mercedes, BMW, Audi, Opel, Volkswagen, Porsche bi sedema dê hilberîna erebeyên dîjîtal û bi elektrîk bikin wê li dora 50 hezar karkeran ji kar derxin. Li aliyekî nexweşîna Kovid-19 ê û li aliyê dinê teknolojî kiriye ku hilberîna klasîk kêm bûye û hem karmend bi sedema pandemiyê nikarin li cem hev bixebitin.

Li aliyekî jî sektora otomotîvê zorê dide hukumetan da hemwelatiyan teşwîqê kirîna erebeyên bê karbondioksît bikin û erebeyan bikirin. Li aliyê dinê şîrketên ku tenê erebeyên bi benzîn û motorînê dixebitin hildiberînin dibêjin bila heman teşwîq bo muşteriyên erebeyên wan jî bidin.

Hukumeta Almanya 10 roj berê zîrweya otomobîlan durist kir û encama wê yekser bandora xwe nîşan da. Şîrket ragihandin ku dê mesrefên xwe kêm bikin û rêya wê kêmkirinê derxistina karkeran ya ji kare. Şîrketa mezin ya ku lastîk û sîstema frêna çêdike Continental ragihand ku dê di asta bilinde 30 hezar karkeran ji kar derxe. MAN ji ber wê hilberîna xwe biguhêre 9 hezar û 500 karkeran ji kar derxe. Schaeffler 4 hezar û 400, Mahle 6 hezar û 700 karkeran ji kar derdixe.

Şîrketên ku montaja erebeyan li Tirkiyê û dewletên weka Tirkiyê dike, wê li wan jî bandor bêkirin û ew jî mecbûr bimînin da xebatkarana ji kar derxin.