image

PeyamaKurd - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li parêzgeha Dihokê diyar kir, piştî vîrusa koronayê li Çînê belav bûye, bazirganên me vegeriyan û tiştan jî li wî welatî naynin û ji dêvla Çînê ji Tirkiyê û Îranê kelûpelan dikirin.

‘Bazirganên Kurd ji dêvla Çînê ji Tirkiyê û Îranê kelûpelan dikirin’

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li parêzgeha Dihokê Eyad Hesen ragihand, tiştên bînasazî û navmalê bêhtir ji Çînê dihatin Duhokê û bazirganên Duhokê niha li Şûna Çînê ji Tirkiyê û Îranê tiştan tînin û karê xwe yê bazirganiyê berdewam dikin. Eger kelûpelên Çînê bên bazarê yan neyên jî ti bandorê li bazarê nake, ji ber rastî jî tiştên ji Çînê tê kalîteya wan pir baş nîne û xelk jî tiştê baş digere û yê nebaş jî pir bikarnayîne.’’

‘Duhok bûye navendeke bazirganiyê bo hemû Iraqê’

Herwaha Hesen got, rewşa bazirganiyê îsal gelek baştir e. Niha tevgera bazirganiyê jî bihêztir bûye û tiştên bazirganiyê ji Dihokê bo parêzgehên Iraqê diçin. Em dikarin bibêjin Duhok bûye navendeke bazirganiyê bo hemû Iraqê.’’