image

PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj ku nirxê petrolê daketibû heta bin 25 dolaran, ji nû ve nirxê petrolê zêde bû bermîlek petrola Brent ji 42 dolaran derbas kir.

Bi belavbûna vîrusa koronayê û tedbîrên pêşîgirtina wê nexweşiyê re, endamên OPEC Plusê li ser kêmkirina hilberîna petrolê meha borî lihev kiribûn.

Li gorî amarên ajansa Bloombergê îro 5ê Hezîranê nirxê bermîlek petrola xam a Brent bi 42 dolar û 9 cent hatiye firotin ku bi rêjeya ji sedî 5.8 bilind bûye.

Nirxê bermîlek petrola xam a rojavayê Teksasê jî ji sedî 4.33 bilin bûye û bi 39 dolar û 10 cent kirîn û firotin pê hat kirin.

23 endamên OPEC Plusê heta 1ê Hezîranê li ser kêmkirina hilberîna petrolê lihev kiribûn ku biryar e car din bicivin daku ji bo rojane ji 9.7 milyon bermîl hilberînê, bo 7,7 milyon bermîlan bê kêmkirin.

Hêjayî gotinê ye, bi zêdebûna hilberînê re nirxê petrolê jî dikeve ku ji ber koronayê li seranser dinyayê pêdivî bi petrola xam kêm bûbû.