image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku nirxê petrolê ku ji ber krîza nexweşiya vîrusa koronayê daketibû bin 20 dolaran car din bilind bû û bermîlek nefta xav 40 dolar derbas kir.

Li gorî amarên Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde Dikin (OPEC), piştî çar mehan nirxê bermîleke petrolê gihîşt 42,66 dolaran.

Berî niha OPECê rêjeya hilberîna petrolê kêm kiribû.

Li gorî amarên dawî petrol ji meha Adarê ve bi rêjeya %12 bilind bûye.

Hat diyarkirin ku bermîla petrola brent ji welatên OPECê yên wekî Seûdî, Kuwêt, Îmarat û Ûmanê bilind bibe.