image

PeyamaKurd- Rêxistina derecekirina krediyê ya seranserê dinyayê Moody ragihand ku bi sedema belavbûna coronavîrusê, wê di dewra çaryeka duyem ya îsalê de, bende ne ku li aboriya dinyayê bi awayekî neyînî bandorê bike. Lewra rêjeya bendeyên sala 2020an yên texmînî daxist.

Moody her weha ragihand ku bilindbûna rêjeya texmînê ya aboriyê heya koronavîrus neqede, wê aboriya dinyayê neyê ser asta normal. Moody rêjeya texmîna aboriyên pêşkeftî ji %1,3 yê daxistiye % 1 ê. Texmîna weberhênana Amerîkayê ji %1.7an daxist 1,5 ê. Ya herêma Ewroyê ji 1,2 daxist 0,7 ê. Ya Japonyayê ji % 0,3 daxist %0 ê. Almanya ji %1 ê daxist %0,3, ya Brîtanyayê ji %1 ê daxist %0,9 ê. Ya Fransayê ji %1,3 yê daxist %1,1 ê, ya Îtalyayê ji %0,5 ê daxist %-0,5 ê.

Moody, her weha ya dewletên ku ber bi pêş de diçin, bi giştî weberhênana wan ya texmînî ji %4,2 yê daxist %3,8 an. Di nav wan de ya Çînê ji %5,2 daxist %4,8. Hindistan %5,4 ê daxist %5,3 yê. Brezilya ji 2 yê daxist 1,8 ê. Rûsyayê ji 1,5 daxist 1,3 yê. Ya Tirkiyê %3 yê daxist %2,5 ê.