image

PeyamaKurd – Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li seranserê dinyayê, kompaniyê veguheztina rêwiyan ên esmanî li gelek deveran neçar man geştên xwe rawestînin ku ev jî bû sedema zirareke mezin bo wan.

Li gorî daneyê dawî heta niha ji ber rawestandin û betalkirina geştên asmanî bêhtirî 100 milyar dolaran zirara darayî gihîştiye wan kompaniyên li seranser cîhanê.

Amerîkayê biryar daye ku heta 30 rojan geştên esmanî ligel tevahiya Ewropayê rabigire.

Hejmara geştên 3 kompaniyên rêhewayê yên li Amerîkayê, ji ber vê rewşê daxwaz ji hikûmetê kirine alîkariya wan bike.

Roja Înê 13ê Adarê her sê hêlên herî mezin ên esmanî yên Amerîkayê Delta, Amerîka û Unitedê ragihandin ku ligel hikûmeta Amerîkayê di gotûbêjê de ne daku hikûmet hevkariya wan bike.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Deltayê Ed Bastian ji karmendên xwe re gotiye: “Kêmbûna bilez a daxwaza li ser geştkirinê qet wek niha nebûye.”

Bastian dibêje; “300 balafir hatine ragirtin û geştên esmanî bi rêjeya ji sedî 40 kêm bûne, loma ji neçarî 2 milyar dolar ji xerciyê hatine kêmkirin.”

Hejmarek welatên Ewropayê jî geştên xwe yên esmanî bo welatên din ragirtine, lê ew hêlên ku heta niha li ser karê xwe berdewam in jî geştên wan kêm bûne.

Hêla esmanî ya Brîtanyayê ragihandiye ku geştên wan ên esmanî wisa kêm bûne ku berê tiştekî wiha nehatiye dîtin.

Vîrusa Koronayê bandor li hêlên esmanî yên Rojhilata Navîn jî kiriye, hinek welatên Rojhilata Navîn geştên xwe yên navdewletî rawestandine û zêdeyî 5 milyar dolar zerar gehiştiye wan jî.