image

PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî di civîneke rojnamevanî de li Bexdayê, ragihand ku ew dê krediyê ji Banka Navdewletî ya Cîhanê (IMF) bistînin.

Rewşa Iraqê ji ber daketina bihayê petrolê û rûbirûbûna vîrusa koronayê ketiye rewşeke xirab ku Iraq neçar maye krediyê bistîne.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî di civîna rojnamevanî de da xuyakirin, ji ber derengketina mûçeyên karmendan û qeyrana aborî ew neçar mane ji derve deyn bistînin û got, “Ji bo em ji vê rewşa nebaş a darayî derkevin, emê hewil bidin ji Banka Cîhanê krediyê bistînin.”

Elawî herwiha diyar kir ku zehmet e budçeya 2020an di parlamenê de derbas bibe û loma jî wan li ser budçeya 2021ê dest bi xebatan kiriye.