image

PeyamaKurd  - Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) derîyekî bazirganîyê di navbera navçeyên xwe û navçeyên komên opozîsyona Sûriyê de li gundewarê Minbicê vekir.

Li gorî nûçeya K24ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê rojavayê Minbicê bi armanca bazirganiyê Deriyê Ûm Cilûd vekir. 

Li gor ku hatiye belavkrin ew derî di navbera navçeyên HSD û komên opozîsyona Sûriyê de ye û berî 3 mehan ji ber destipêkirina operasyonên Tirkiyê li ser HSDê hatibû girtin.

Li gorî agahiyên heman nûçeyê, di navbera Minbic û Cerablusê de ew derî yeke ji giringtirîn deriyên bazirganîyê ye.