image

PeyamaKurd- Ajansa Brîtanyayê Reuters ragihand ku banka Brîtanyayê ya bi navê HSBC dixwaze xebatên xwe yên Tirkiye bide rawestandin. Li gor nûçeyê fikra derketina ji Tirkiye, ji devê rêvebirê nû yê HSBC ê Noel Quinn derketiye û armanc kêmkirina mesrefên bankayê ye. Banka dikare li welatên din jî xwe biçûk bike an hinek şaxên bankayên xwe bifroşe. Heya niha banka bi awayeka fermî çi beyanekî nedaye.

HSBC di sala 2015an de jî biryara dawîlêanîna xebata xwe dabû lê di sala 2016an de dev ji fikra xwe berdabû. Banka ji sala 1990an heya niha li Tirkiyê xebatên xwe dike.Di sala 2001an de jî banka bi navê Demirbank ê kirîbû.