image

PeyamaKurd - Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya û şanda bi wî re serdana Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Dr. Dara Celîl Xayat kir.

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya ligel şandekê ji bo beşdariya Pêşangeha Avahîdanê ya Navnetewî li Hewlêrê hate Herêma Kurdistanê.

Mehmet Kaya û şanda pê re îro 25ê Sibata 2020an ji aliyê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê Dr. Dara Celîl Xayat hat pêşwazîkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Dara Celîl Xayat bo serdana şanda ji Amedê hatiye, kêfxweşiya xwe nîşan da û got: “Par jî me û wan li beramberî hev beşdarî di pêşangehan de kir. Peywendiyeke baş a aborî di navbera me de heye û wê yekê girîngiyeke xwe ya mezin heye.”

Xayat diyar kir li gor par, îsal bazar hinek lawaztir bûye û got: “Piştî bi dawîbûna xebatên nûjenkirina Deriyê Xabûrê, dê qeberaya bazirganî ya di navbera herdu aliyan de mezintir bibe. Herwiha eger heye deriyeke nû yê sînorî were vekirin.”

Serokê Lijneya Rêveberiya DTSOyê Mehmet Kaya jî diyar kir ku armanca wan ew e ku peywendiyên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û wiha pê de çû:

“Em meweyên van hevdîtinan berhev dikin. Geştyarên serdana bajarê me kirine, bi rêjeyeke cidî zêde bûne. Li vê derê di asta wezaretê de çend hevdîtinên me dê çêbin. Em plan dikin ku bi hewldanên me di dawiya îsal de deriyê nû Xabûr were vekirin. Herwiha ji 1ê Adara 2020an pê ve, geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Amedê de destpê dikin.”

Mehmet Kaya destnîşan kir ku dema peywendiyên dualî baş dibe, li gor wê yekê qebaraya bazirganî ya di navbera herdu aliyan de jî zêde dibe û got: “Hebûna vîzeyê di navbera du civakên bira de bê wate ye. Dema welatiyeke Iraqê tê Tirkiyê û vîze jê tê xwestin, ev yek bandoreke xirab li peywendiyên aborî dike. Em dê mijara rakirina vîzeyê, di 28ê Sibatê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê gotûbêj bikin.”

Kaya herwiha da zanîn ku ew dixwazin ligel Herêma Kurdistanê pêşangeheke geştyarî di demeke nêzîk de saz bikin û dê ji bo nasîna bajaran bibe derfeteke baş.