image

PeyamaKurd – OPEC û hinek welatên di derveyê OPEC ê de ne, ku bi navê OPEC+ tên navandin, wê di serê salê de hilberîna xwe ya rojane 500 hezar varêl (bermîl) zêde bikin.

23 wezîrên enerjiyê û petrolê yên edamên OPEC+ ê, bi rêya vîdeokonferansê civiyan û civîna xwe ya 12.em qedandin. Piştî civînê OPEC ê ragihand ku welatên OPEC+ yê, wê her meh civîna xwe bike û miqdarê zêdekirina hilberînê tesbît bike lê ew miqdar dê ji 500 hezar varêlê derbas nebe.

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, piştî civînê ragihand ku hemfikrin da her meh bicivin û di hevdîtinên meha yekê, sibat û adarê de biryara hilberîna pêş de, biryarê bidin.