image

PeyamaKurd- Beşa Rêvebiriya Giştî ya Heywanan (HAY-GEM) ya bi ser wezareta Zîraet û Daristanê ve ragihand ku li Tirkiyê ji roja 01.01.2022 an û bi şûnde, ji bilî sedemên mecbûrî, wê îzna ajalên xwedîkirinê nedin ti kesî. Di sala 2019 an de jimara ajalan ya îtxalê 660 hezar bû û îsal wê daxin 350 hezar ajalî.

HAYGEM tragihand ku di 17 salên dawiyê de jimara ajalên mezin %80 zêde bûye û gihaye 17,8 mîlyonî. Jimara ajalên biçûk ji %52 zêde bûye û gihaye 48,4 mîlyonî. Hilberîna goştê sor ji %186 zêde bûye û gihaye 1,2 mîlyon tonan.