image

PeyamaKurd – Aboriya welatê Çînê di sala 2020 an de %2,3 mezin bû û hasila navxwe ya nesafî gihaye 100 trîlyon Yuanê. Aboriya Çînê dê di sala 2021 ê de jî mezin bibe.

Li gor ragihandina Daîra Îstatîstîkê ya Çînê; di sala 2020 an de di çaryeka salê de li gor sala berya wê %4.9 mezin bûye û di çaryeka dawî ya salê de %6.5 mezin bûye. Serokê daîra îstatîstîkê ya Çînê Ning Jizhe weha ragihand:

“Hêza Çînê ya aboriyê, zanist û di her sehayê de car din nîşan da ku gelek bipêş ketiye.”

Tê gotin ku mezinbûn û pêşdeçûna aboriya dewleta Çînê bi sedema ku di mehên havînê de bi giştî pandemiyê xiste bin kontrolê û vê serkeftina çînê bandorê li aboriya Çînê kiriye.

Li gor texmîn û pêşbîniya IMF (Fon a pera ya Navdewletî) ê aboriya çînê di sala 2021 ê de dikare %7.9 mezin bibe. Hem di meha adarê de kongra netewî ya gel ya Çînê dê bê lidarxistin û plana 5 salan deyne pêşiya xwe û dê ev plan li aboriya Çîn ê bandora erênî bike.