image

PeyamaKurd – Kompaniya Îmaratî Dana Gas ku li Herêma Kurdistanê petrol û gazê derdixe, ragihand, daketina nirxa petrolê bandorê li karê wan nake.

Dana Gas ku ev çend sal in li Herêma Kurdistanê gaza sirûştî derdixe ragihand, daketina nirxa petrolê di bazarên cîhanê de bandorê li karê wan nake, ji ber wê jî ew li ser derxistina gazê berdewam in.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wan tedbîrên pêwîst bo wan karmendên ku rojane kar dikin wergirtine da ku ber nexweşiya koronayê nekevin.