image

PeyamaKurd – Hat zanîn ku dergehên sînorî yên gumrikê yên Herêma Kurdistanê piştî ku ji nû ve vebûn, dahata wan ji sedî 20 zêde bû.

Ji ber rûbirûbûn û pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ev demek e dirêj bû hatibûn ragirtin û ji sedî 40 heta 50 dahata wan kêm bûbû.

Piştî derî ji çûnûhatinê û bazirganiyê re vebûn, ji nû ve dahata dergehên sînor ên gumrikê zêde bûye ku niha gihîştiye rêjeya ji sedî 20 li gorî meha borî.

Li gorî ragihandina Dezgeha Gumrikê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Kurdistanê piştî vekirina deriyan bazirganî ji nû ve zindî bûye rêjeya dahata gumrikê ji sedî 20 zêde bûye ku heta 50%î daketibû.

Berpirsê Gumrika Herêma Kurdistan Samal Ebdulrehman daye xuyakirin ku xebatên elektronîkî bo hemû deriyên sînorî ber bi temambûnê ve ye û wê bi wê sîstemê girêdana hemû dergehên sînor bê pêkanîn.