image

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bo Financial Times ê axifî û got ku ew gelek nêzî hev bûne ku bi Îngîltere re lihev bikin. Eger li hevhatin çêbibe, wê di seha berhemên sanayiyê, berhemên zîra’î û xizmetên din de peymanekî îmze bikin. Çavuşoğlu got ku hedefa wan ya salane li dora 20 mîlyar dolariye.

Çavuşoğlu roja çarşemê seredana Îngîltere kiribû û bi Financial Times ê re hevpeyvîn kiribû. Di hevpeyvînê de dibêje ku wan li prensîban de lihev kirine û tenê hinek hûrahiyên teknîkî mane.

Di nav berhemên ku xistine nav bazarê de %95 berhemên sanayiyê ne û %5 jî yên zîra’îne. Li Tirkiyê li dora 2 hezar û 500 şîrketên Îngîlîz hene. Sala borî bazirganiya navbera her dû dewletan li dora 18.8 mîlyar Sterlînî bû.

Di nava şîrketên Îngîltere de yên li Tirkiyê BP, Shell, Vodafone, HSBC, Aviva û Diageo hene ku ev şîrketên sereke yên Îngîltere ne.