image

PeyamaKurd - Piştî ku welatên OPECê rêknekeftin li ser kêmkirina asta berhemanîna rojane ya petrolê, bihayê bermîlek petrola xam li bazarên cîhanê daket 35 dolarê Amerîkî.

Li gorî amarên dawîn, roja Duşemê, (09.03.2020) bihayê bermîlek petrola xam a Amerîkî bi 31 dolar û 77 sent mialeme li gel tê kirin û bihayê bermîlek petrola xam a Brent jî bi 35 dolar û 4 sent maimele li gel tê kirin.

Piştî 22ê Sibata 2016an, ev cara yekem e bihayê  petrola Brent li bazarên cîhanê bi vî awayî dadikeve ku bi rêjeyê ji sedî 21.1 li gor bihayê berê daketiye.

Ev daketina bihayê petrolê, piştî wê tê, roja îna derbasbûyî li Viyanayê, Rûsya razî nebû pêşniyaza Siûdiyê û endamên din ên OPECê pesend bike ku berhemhênerên petrolê li gel hev rojane milyonek û 500 hezar bermîl li bazarê kêmtir bikin ji bo rêgirtina li daketina bihayê petrolê.

Peydabûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û belavbûna wê bi awayekî bilez jî, karîgeriyeke xerab li ser çalakiyên aboriyê pêk aniye û daxwaza bo sotemeniyê kêm bûye û ev jî bûye sedema kêmbûna daxwaza bo petrola xam ku di encamê de bihayê wê gelek daketiye.