image

PeyamaKurd- BBC di çarçoveya tedbîrên tasarûfê de bo 450 xebatkarên xwe biryarê dabû wan ji kar derbixe lê paşî derxistina wan dabû paş. Niha 70 kesên dinê jî lê zêde kir. Bi temamî 520 kerkeran ji kar derdixe. Niha jimara xebatkarên BBC yê li dora 6 hezar kesî ne. Lê BBC dibêje ku koronavîrus li ser wan jî bandorê kiriye û mecbûr mane karmendan ji kar derbixin. Bi van tedbîran re wê BBC hinek bernameyên xwe jî ji ser ekranan rabike.

Guardian jî ragihand ku dê 180 xebatkarên xwe ji kar derbixe. Di nav wan de 70 kes jê di beşa nûçeyan de dixebitin. Sedema derxistina ji kar hatina grûba xwe ya medyayê nîşan da û li gor rêjeya wan, perê ku salane ji wan re dihat, gelek kêm bûye.