image

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê îzna firotina alavên leşkerî da bo tamîr û dewama sîstema Patriotan ya Kuweytê. Her weha bo amadekirina berlêgirtina fuzeyan, biryara bi 1 milyar û 425 mîlyon dolarî îzna firotina alavên leşkerî da. Di nava alavên firotinê de 3 paket hene ku miqdarê wan 800, 425 û 200 mîlyon dolar in.

Di nava paketa 800 mîlyon dolarî de, 84 heb PAC-3 hene ku muhîmmata berlêbgirtina fuzeyan û kapsulan yên pêşkeftiye. 2 heb bo berlêgirtina fuzeyan ya testane. 35 kîtên modîfîkasyonê yên Patriotan yên nûjenkirî ne. Rampayên bo avêtina fuzeyan din ava vê pakete de hene.

Di nav 200 mîlyon dolaran de tîpa GEM-T Patriot fuze û tamîra perçeyan, ekîpmanên testê û destekê hene. Di nav de bo xebatkaran dokumanên perwerdê hene. Di nav paketa 425 mîlyon dolaran de, bo çavdêriya sehayê bernameya PSC-3, bo her welatî xas, navenda desteka fuzeyên Patriotan û ekîpmanên wan, bo montaj û demontaja fuzeyên Kuweytê desteka teknîkî, tamîr, îdame û xizmeta ekipmanan hene.