image

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo kirîna gaza Îranê, 45 rojên din mohlet da berpirsên Iraqê ku piştî wê mohletê êdî gaza Îranê nekirin.

Wezareta derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî hêvî xwest ku Iraq dawî bi girêdana xwe ya bi Îranê ya di warê enerjî û gaza siruştî bîne û hewlên xwe yên bo bidawîkirina wê girêdanê jî zêdetir bike.

Hêjayî gotinê ye ji dema destpêkirina dorpêçên nû yên aborî yên Amerîkayê bi ser Îranê de, Amerîkayê derbarê kirîna gaza sirşutî ya Îranê de, çar caran biryara lêborînê ji Iraqê re derxistibû û her carekê 90 û 120 roj mohlet dabû Iraqê.

Di mohleta dawiyê de ku Amerîkayê daye berpirs û bi taybet jî sektora wuzeya Iraqê, 45 roj e. Hat ragehandin ku divê di wan 45 rojan de dest ji kirîna gaza xwezayî ya Îranê berdin û pabendî dorpêçên ser Îranê bibin.