image

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku Hikûmeta Amerîkayê ji ber şikandina dorpêçên li ser Îranê û hewldana kirîn û veguhastina petrola Îranê, 5 bazirganên Amerîkî dadgeh dike.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku 5 bazirganên niştecihên New York û Teksasê ji meha Tîrmeha 2019an heta meha Çileya 2020an hewl dane, bi rêya kompaniyên sexte yên li welatê Polendayê bi şêweyekê neyasayî zemîneyê ji firotin û veguhastina petrola Îranê re xweş bikin û petrola Îranê bifiroşin rafîneriyeke li Çînê.

Li gorî wezaretê yek ji wan kesên ku hatiye tometbarkirin, Daniel Ray Lane ye ku xwediyê kompaniya STACK Royalties e ku navenda wê kompaniyê li wîlayeta Teksasê ye û di warê bazirganiya neft û gaza xwezayî de kar dike.

Ew bazirgan tevî çar bazirganên din hatine tometbarkirin ku hewl dane, dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê bişkînin û berevajiyê cezayê li ser Îranê, petrola wî welatî bikirin û bifiroşin aliyên navdewletî.

Nasnameya çar bazirganên din jî Nicholas Haven ji New York, Robert Thwaites, Nicholas Fuchs û Zhenyu Wang ku we Bill Wang tê naskirin ji Teksasê ye.

Ew bazirgan herwiha bi wê yekê hatine tometbarkirin, ku bi awayekî neyasayî hewla bidestxistina bi milyonan dolaran dane.

Li gorî nûçeyê eger ew tohmet bi ser wan kesan de were îsbatkirin, dê ji bo her yek ji wan 25 sal cezayê girtîgehê bê dayîn, herwiha her yek ji wan dê cezayê darayî bi qasî milyonek û 250 hezar dolar bistîne.

Amerîka ji Mijdara 2018an ve kirîna petrola Îranê qedexe kiriye û ragihandiye, her welat û kompaniyeke biryarê binpê bike, wê bê cezakirin.