image

PeyamaKurd - Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî yekem beşa erdnîgarîya Kurdistanê “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRΔ ku ji aliyê Abdurrahman Onen ve hatiye amadekirin weşand.

Biryar e, piştî vê pirtûka yekem, xebatên din ên Abdurrahman Onen ku li ser erdnîgarîya Kurdistanê kirine û erdnîgariya bajarên Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê cî digirin jî werin çapkirin.

Di kitêba Erdnîgarîya Agiriyê de, navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên Tirkî û Kurdî; çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirîyê, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê; hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agirîyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê cî digirin.

Xebateke ji çaryek sedsalê zêdetir e

Mamoste Abdurrahman Önen, di encama xebata xwe ya ji çaryek sedsalê bêhtir de, der heqê erdnîgarîya Kurdan de gelek agahîyên hêja berhev kirîye. Demeke dirêj e ew, herêm bi hêrêm li bajar, navçe, gund û mezreyan digere, der heq cihê ku diçîyê de, kite bi kite nav û agahîyên der barê erdnîgarîyê de bi dest dixe û qeyd dike...

Nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm

Mamoste Önen, hetanî niha der barê erdnîgarîya gelek bajarên Kurdan de bi têra xwe agahî dane hev. Wî ne tenê navên Kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm derxistine. Tiştê ku xebata mamoste bi qîmettir dike jî ev e. Ev berhema ku pirtûka yekem a rêzepirtûkên Erdnîgarîya Kurdistanê ye, parçeyek ji vê xebatê ye.

Bajarê Agirîyê i hêla erdnîgarîyê ve cihek zaf dewlemend û berfireh e. Çîyayên Agirî, Tendûrek, Sîpan, Eledax, Kosedax, Çemê Mûradê û gelek cihên din...  

Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.

Di vê xebata erdnîgarîya Agirîyê de ev hene: 1-Navên mezre, gund û navçeyên Agirîyê yên Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirîyê. 3- Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê. 4- Hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agirîyê. 5- Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.

Abdurrahman Onen kî ye?

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîyê dinê. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc danîne ber xwe:

  • Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
  • Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latînî.
  • Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.
  • Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoveyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wekî mamosteyekî Kurd Karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.