Ana içeriğe atla

Stranek bo Kurdistanê li Misirê

Stranbêjeke bi navûdeng ê Misrî lê bi rêgez kurd, stranek dike diyarî bo Kurdistanê û dibêje ji ber heskirina xwe ya gelê kurd min ev stran çêkir.

Hunermendê Misrî Mistefa El Kurdî bi awayê Misrî stranek bi nave ‘’Îrzî mîn’’ ango ‘’Kê razî dibe’’ belav kir.

Du meh piştî belav kirina stranê, ev stran dengdanek berfireh û mezin di navendên hunerî yê Misirê de bidest xist, bi taybet li torên civakî de gelek derket pêş û rojane tê belav kirin.

Mistefa El Kurdî ji malperên Misrî re ragehand: ‘’Min ji ber rêz girtina li xebat û dîroka gelê Kurdistanê ev stran çêkiriye.’’

Çand û Huner
Etiketler