Ana içeriğe atla

Hunermendê Rojhilatê Kurdistanê klîpa xwe ya nû belav kir

Hunermendê Rojhilatê Kurdistanê, Ferhad Bezle nûtirîn klîpa xwe ya bi nave ''Le Mêje'' (Ji Mêj Ve) belav kir.

Ferhad Bezle derbarê berhema xwe ya nû de ji Rûdawê re axivî û got: “Strana ''Le Mêje'', têkst û awaza wê ji folklore kurdî ye, lê min bi şêwazeke nû ew stran dubare kiriye.”

Bezel diyar kir: “Wehîd Ibrahîmî karê derhêneriya vê klîpê kiriye.”

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê herwiha da xuyakirin: “Di vê vîdyo klîpê de bi şêwazeke kurdewarî wêne û dîmen hatine kişandin û tê de cilûbergên resen ên Kurdî hatine bikaranîn.”

Ferhad Bezle xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û weke stranbêjekî Kurd beşdarî di çend festîvalên cîhanî de kiriye.

Çand û Huner