Ana içeriğe atla

Kîjan dewlet bi biryara Parlamentoyê hatiye ava kirin?

ala

Nimûneyeke tenê nîne ko dewletek bi biryara parlamentoyê hatibe ava kirin. Nivîskar-sosyolog Adil Baxawan dibêje her hêcet çi dibe bila ew be, mafê ti kurde kê nîne ko li dijî avakirina dewleta kurdî derkeve; dibêjê bila ew dewleta kurdî di guldankekê de bihê îlan kirin dê nobedarê wê yê pêşiyê ez bim.


Hindek grub û derdorên li başûrê Kurdistanê hene ko di bin kirasê “parastina parlamentoyê” de li dijî dewleta kurdî derdikevin. Gotinek ya tirkan heye dibêjin “Arabayı atın önüne bağlamak-erbeyê li pêş hespî girêdidin”. Ev rewşeke serûbinbûyî ye. Her wekî tu bêjî divê ez li ser serê xwe bi rê ve biçim ne bi lingên xwe.


Parlamento awayek yê birêvebirin û serperiştîkirina dewletê ye; diyar e organa yasadanînê ye; dema dewlet nebe parlamentoyeka xwedandeshilat jî tune ye ko heya bikare biryara dewlet damezirandinê bide. Saziya parlamentoyê dike parlamento û desthilata parlamentoyê diparêze pêkhateya dewletê ye. Dema ko tu parlamentoyê danî pêşiyê dewletê, mebesta te xetimanina kar e, pêşîlêgirtina dewletê ye. 


Vê gavê jî bi dehan dewletên ko bi kraliyetê bi rê ve diçe hene ko bê parlamento ne. Çîn yek ji welatê endamê hemîşeyî yê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yêkbûyî ye, qet parlamento tune ye, hemî desthilat ya yêk partiyê ye. Lewma bi ya min kurdek, dikare tenê bi yek sedemî, li dijî dewleta kurdî derbikeve ew jî caşîtî ye. 


Caşîtî jî di dîroka kurdan ya nêzîk de xwedan navûdeng e. Lê mîrateke weha ji bo nivşên dahatûyê jî pir şerm e, hem jî şermeke giran e. Bila xwedanên van hewlên caşîtiyê qet ne fikirin ko dê bikarin pêşiyê li avakirina dewleta Kurdistanê bigirin, dê paşê bi wê rûreşiya xwe ve bimînin, ew rûreşî dê bo zarokên wan jî bibe bargiranî…


Kurd biryara birêvebirina dewletê bi parlamenterî didin, monarşî, şêxîtî, teokrasi, otokrasî anjî desthilata yêkpartîtiyê didin ew keyfa wan e. Lê divê her kurdek yê/ya aqilê wî li serî baş bizane ko biryara avakirina dewleta kurdî ji derveyî van milahazeyan hemûyan e.

Bila kes di bin kirasê demokrasî û parlamenterperestiyê de tu caşîtiyê li himberî prosesa çarenivîssaz ya referanduma avakirina dewleta kurdî neke. Hemû belayên hatine serê kurdan û dihên serê wan ji bêdewletiya wan e…
Bi gotina Hesenê Metê, we jî got: “Erê?”
Li bendê bin di 25-ê Îlonê de tu kiras li ber tu caşan jî namîne..