Ana içeriğe atla

PYD, li Dêrezorê ciyê hilberîna xazê xist destê xwe

Rêxistina PYD, li Sûriyê seha petrol û xazê ya herî dewlemend xiste destê xwe. Seha xaz û petrolê di navbera Dêrezorê û Hasekiyê de ye.

Seha navborî 2 roj berê ji aliyê hêzên koalîsyonê de bi balafirên şer hatin bombekirin û paşî ji bejayiyê ve do piştî nîvro ket destê PYD ê. Ciyên ku DEAŞ jê vedikşe, PYD dixe destê xwe û niha sehayên petrolê yên ku li rojhilatê Firatê ne, PYD plan dike ku wan jî bidest bixe.

Osman Baydemîr: Tezkera we dijminahiya 40 mîlyon Kurd e

Cîgirê serokê gruba HDP ê ye meclise Osman Baydemir di parlementoya Tirkiyê de axifî û got heya daxwazên Kurda yên pêkvejiyanê neyên cîh, wê erdnîgariya rojhilata navîn bibe hedefa hêzên emperyal.

Baydemir rexne li gotinên ser referanduma Kurdistanê kir ku dibêjin “referandûm ne rewaye” û weha got: “Îrada ku sindoqê derê her çibe ciyê wê li ser ser û çavên me heye.”

Îran guhdariya Trump nekir û fuze ceriband

Tevî ku serokê Amerîkayê rexne li ceribandina fuzeyên Îranê kiribû, Îran guh neda Amerîka û fuzeyê ceriband. Fuze ya bi navê Horamşehr roja înê nîşanî raya giştî dabûn.

Îran ragihand ku biserkeftî fuzeya xwe ya menzîla orte ceribandiye lê negot bê kengê ceribandina xwe kiriye. Ceribandina fuzeya bi navê Horamşehr di dema ceribandinê de di televîzyonê de hat nîşandan. Fuzeya îranê ji yekî zêdetir dikare serik bigre ser xwe.

Artêşa Tirkiyê li Xabûrê hêzên xwe piştek kir

Artêşa Tirkiyê li Xabûra Silopiya tetbîqatê dikir û ji ber referandûma serxwebûnê hêzên xwe teqwiye kir. Tebîqat di 18 ê êlûnê de destpêkiribû û dewam dike.

Tetbîqat bi alavên zirxî, takq û alavên ragihênerên leşkeran tê kirin. Alavên zirxî di serê wan de roketavêjên pirjimar hene.

Serokwezîrê Tirkiyê: Mudaxeleya leşkerî jî di rojevê de ye

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yılıdırım di mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku mudaxeleya leşkerî jî di rojevê de ye û dewam kir: “Ne hewceye mirov di şaşiyê de diberxwe bide. Em ê li gor pêşdeçûnan di kîjan warî de gav bêjin, wê gava me siyasî, aborî an d warê asayîşê debe, em ê biryara xwe bidin. ”

Serokê artêşa Iraqê serdana Tirkiyê dike

Serokê artêşa Iraqê hat Tirkiyê. Hatina wî ket berya referandûma Kurdistanê. Serokê artêşa Iraqê Osman Xanimî wê bi serokê artêşa Tirkiyê re bi Akar re, li ser mijara yekîtiya xaka Iraqê û têkoşîna li dijî DEAŞê biaxife. Hevdîtina wan wê li baregeha serleşkeriya ya artêşa Tirkiyê çêbibe.

Tirkiye, Iraq, Îran dixwazin rûhiyeta sala 1963an car din bivejînin,

Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo referandûmê hişyarî da

Rêxistina Hevkariya Îslamî ragihand ku ji referandûma serxwebûna Kurdistanê endîşe dikin û xwestin ku referandûm bê betalkirin. Rêxistina Hevkariya Îslamî di beyana xwe de weha got:

“Referandûm li dijî destûra Iraqê ye û bandoreka neyînî li se şerê li dijî têkoşîna DEAŞê dike û em bang dikin ku refrandûmê betal bikin. Ji bo alîkariyê bi her rengî em amade ne.”

Amerîka ragihand: Em nikarin temamê encama referandûmê kontrol bikin

Li ser mijara referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, temsîlkarê serokê Amerîkayê Brett McGurk ku ji têkoşîna li dijî DEAŞ ê berpirse, ragihand û got; “Em ne di wê erkê de ne ku temamê encaman kontrol bikin.”

McGurk di dewama axaftina xwe de got ku gelek rîskên referandûma Kurdistanê hene û weha dewam kir: “Ji ber wê em bi dostên xwe yên Kurd ên Iraqê re, bi dostên xwe yên li herêmê, bi hevkarên xwe û hukumeta Iraqê re îstîşareyên xwe dewam dikin.”

Tankên Tirkiyê sînor derbas kirin

Alavên zirxî û makîneyên îş, ji sînorê Tirkiyê derbasî aliyê Sûriyê bûn. Alavên ku sînor derbas kirin di herêma berya Îdlîbê de tên rawestandin.

Serokê Tirkiyê Tayîp Erdoğan û serokê Amerîkayê Trump niha di civînê de ne û dema civîn biqede, wê encama civînê bigihê çapemeniyê. Lê piştî hevdîtinê Erdoğan dadigere Tirkiyê û û civîna Meclisa Tirka û di peyde ya konseya asayîşa Tirkiyê dest pêdike. Balkêştirîn agahiya ku hat ragihandin roja duşemê wê serokê Rûsyayê Putin were Tirkiyê.

Meclisa Tirkiyê roja şemiyê bi awayeka awarte dicive

Meclisa Tirkiyê roja şemiyê bi awayeka awarte dicive. Herkes meraq dike bê wê ji civîna wan çi derê. Mijara zêde li serê bê axaftin referandûma Kurdistanê ye. Lê mijarên girîngtir jî ji bo Tirkiyê hene ku yek ji wan jî mijara Sûryê ye.

Tayîp Erdoğanê serokê Tirkiyê niha ji bo civîna Neteweyên Hevgirtî li Washingtonê ye lê piştî ku dagere, wê ji bilî Meclisê, konseya ewlekariyê ya Tirkiyê bicive û bê wê çi biryarê bidin, wê bigihê raya giştî.

Abone ol Cihan