Ana içeriğe atla

Çavuşoğlu: Me ji temsîlkarê KDP ê re got “Nê, birayê min”

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu piştî bicîhanîna referanduma Kurdistanê ji berpirsê PDK ê yê Ankara, ji Omer Mîranî re gotiye ku bila nezivire Tirkiyê.

Wezîr di bernama xwe ya di kanala 24 ê de ragihand ku niha Omer Mîranî ne li Trikiyê ye û eger li Tirkiyê bûya, wê jê re bigotina Tirkiyê terk bike. Li ser mijara temsîlkarê YNK ê jî got ku berê wî derxistine derveyê welat û sedem jî ku derfetê dane PKKê û jê re meydanê fireh kirine.

Sûriye: Em dikarin otonomiyê bi Kurda re gotûbêj bikin

Wezîrê karê derve yê Sûriyê Walîd Muallim ragihand ku ew dikarin bi Kurda re otonomiyê gotûbêj bikin.

Li gor ajansa fermî ya SANA yê Muallim ji bo herêma Kurd ya otonom ku li Kurdistana Sûriyê çêbibe weha got: “ Vê mijara han ji bo niqaş û muzakereyê vekiriye. Piştî ku dewleta îslamî ya Iraq Şam (İŞİD) ji ortê rabe, em dikarin bi birayên xwe yên Kurd re rûnên û li ser dahatûyê li ser formulekî lihev bikin.”

Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokê Rûsyayê Putin re axifî

Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Rûsya bi Putin re axifî û di axaftinê de li ser mijara yekîtiya axa Iraq û Sûriyê hat rawestandin. Bi taybetî jî mijar li ser referandûma Kurdistanê bû.

Putin wê di 28 ê êlûnê de were Ankara û hemû mijar li Ankara bên axaftin.Paşî di 4 ê mehê de Erdoğan diçe Tehranê. Îro car din hat ragihandin ku wê serokê artêşa Tirkiyê Akar here Tehranê. 

RTÜK, biryara xwe da: Rûdawê ji Türksatê derdixin

Encumena jor ya radyo û televîzyona Tirkiye ya bi navê RTÜK ê biryarê da ku piştî referandûmê televizyona Kurdî ya başûrê Kurdistanê Rûdawê ji satalayta xwe ya Türksatê derxe. Biryar îro danê piştî nîvro hat dayîn.

Mevlüt Çavuşoğlu ragihand: Wê pêşmerge nên perwerdekirin

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku ji niha û pêve wê Tirkiye perwerda leşkerî nede pêşmergeyan.

Li ser mijara Turkmenan jî Çavuşoğlu weha got: “Eger li birayê me yên Turkmen mudaxeleyeka kiryarî bê kirin, we operasyona leşkerî yekser bêkirin.”

Di babeta deriyan de Çavuşoğlu got ku niha wê deriyan negrin lê kontrolên xwe zêde dikin. Niha li ser mijaran jî diaxifin. Çavuşoğlu ragihand ku ji niha û pêde her pêwendiyên wan wê bi Bexdayê re be û weha dewam kir:

Meclisa Bexdayê biryarê da ku leşkerên xwe bişîne Kerkûkê

Meclisa Iraqê ya li Bexdayê biryar da ku petrolên Kerkûkê teslîmî Bexdaye bêkirin û memûrên ku di referandûmê de dengên xwe bidin, wan ji kar derxe. Hem wê Iraq hêzên leşkerî bişîne Kerkûkê.

Di meclisa Iraqê de serokê Komîte ya bergirî û ewlekariyê Hakim Zamili, civîneka çapemeniyê li dar xist û behsa biryara xwe kir û got: “Meclis biryara teslîmkirina bîrên petrolê yên Kerkûkê daye ku teslîmê hukumeta navendî bikin û memûrên dewletê yên ku di referandûmê de deng bidin, wê ji kar bên dûrxistin.”

PYD, li Dêrezorê ciyê hilberîna xazê xist destê xwe

Rêxistina PYD, li Sûriyê seha petrol û xazê ya herî dewlemend xiste destê xwe. Seha xaz û petrolê di navbera Dêrezorê û Hasekiyê de ye.

Seha navborî 2 roj berê ji aliyê hêzên koalîsyonê de bi balafirên şer hatin bombekirin û paşî ji bejayiyê ve do piştî nîvro ket destê PYD ê. Ciyên ku DEAŞ jê vedikşe, PYD dixe destê xwe û niha sehayên petrolê yên ku li rojhilatê Firatê ne, PYD plan dike ku wan jî bidest bixe.

Osman Baydemîr: Tezkera we dijminahiya 40 mîlyon Kurd e

Cîgirê serokê gruba HDP ê ye meclise Osman Baydemir di parlementoya Tirkiyê de axifî û got heya daxwazên Kurda yên pêkvejiyanê neyên cîh, wê erdnîgariya rojhilata navîn bibe hedefa hêzên emperyal.

Baydemir rexne li gotinên ser referanduma Kurdistanê kir ku dibêjin “referandûm ne rewaye” û weha got: “Îrada ku sindoqê derê her çibe ciyê wê li ser ser û çavên me heye.”

Îran guhdariya Trump nekir û fuze ceriband

Tevî ku serokê Amerîkayê rexne li ceribandina fuzeyên Îranê kiribû, Îran guh neda Amerîka û fuzeyê ceriband. Fuze ya bi navê Horamşehr roja înê nîşanî raya giştî dabûn.

Îran ragihand ku biserkeftî fuzeya xwe ya menzîla orte ceribandiye lê negot bê kengê ceribandina xwe kiriye. Ceribandina fuzeya bi navê Horamşehr di dema ceribandinê de di televîzyonê de hat nîşandan. Fuzeya îranê ji yekî zêdetir dikare serik bigre ser xwe.

Artêşa Tirkiyê li Xabûrê hêzên xwe piştek kir

Artêşa Tirkiyê li Xabûra Silopiya tetbîqatê dikir û ji ber referandûma serxwebûnê hêzên xwe teqwiye kir. Tebîqat di 18 ê êlûnê de destpêkiribû û dewam dike.

Tetbîqat bi alavên zirxî, takq û alavên ragihênerên leşkeran tê kirin. Alavên zirxî di serê wan de roketavêjên pirjimar hene.

Abone ol Cihan