Ana içeriğe atla

Jina herî dewlemend a Cîhanê koça dawî kir

Jina karsaz ya Fransa û xwediya markeyeke Cîhanî ya kozmetîk Liliane Bettencourt ku 94 salî bû li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Jiyan ji dest dana Bettencourt ji aliyê keça wê Françoise Bettencourt-Meyers ve bi daxuyaniyekî hat ragehandin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Bettencourt ya 94 salî li mala xwe ya li Parîsê de jiyana xwe ji dest da, her waha hat diyar kirin ku wê jina karsaz di 21 Cotmehê de biketa sala xwe ya 95 ê.

Jina herî bi temen a Cîhanê koça dawî kir

Jina 117 salî ya Jamaika ku di Cîhanê de weke mirova herî bi temen dihat nas kirin mir.

Jina bi navê Violet Brown ku ji Jamaika ye, heya 117 salan karî jiyan bike û navdariya jina herî bi temen ya Cîhanê bi dest xist.

Brown ku di 15 Adara sala 1900 dî de ji dayîk bûye, yekem jine ku li Jamaika de 100 sal zêdetir jiyan kir.

Jamaika dema ku hîn beşek ji qiraltiya Brîtanya bû, Violet Brown di heman demê de şahîda dîroka Jamaika ya zindî bû.

Zebeşên Diyarbekirê derketin pêşberê xelkê: Ya herî mezin ji 52 kîlo girantir e

Zebeşên Diyarbekirê bi nav û dengin û derketin bazarê. Êdî xelk dikare zebeşên Diyarbekirê bikire. Zebeşa herî giran îsal heya niha ya herî mezin 52 kîlo û 300 gram avêtiye. Bi giştî yên din giraniya wan li dora 40 kîloyî ne.

Di meha adarê de tovên zebeşan di zeviyên der û dora Diyarbekirê de hatin çandin. Zebeşên baş li dora çemê Dîcle tên tovkirin û gelek mezin dibin. Ji bo hilberîneka baş weka zibil jî ziblê kevokan tê bikaranîn.

Stêrkê Hollywoodê deriyê xwe ji kurdekî êzidî re vekir

Stêrkê Hollywoodê George Clooney û hevjîna wî Amal Clooney deriyên xwe jî kurdekî êzidî re vekirin.

Kurdê êzidî piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê koçberê Amerîkayê bû û niha li mala George Clooney û hevjîna wî Amal dijî û li Zanîngeha Chicago dixwine.

George Clooney ji kovara Hollywood Reporterî derbarî wî kurdê êzidî de ku bêyî navê wî eşkere bike wiha got: “Bi otobûsekê diçû Mûsilê. Çekdarên DAIŞê du ajokar kuştine û gotine  kesên ku biçin dibistanê emê bikujin. Ew sax felitiye û hatiye Amerîkayê.”

Bi kevokan maddeyên hişbir dişînin zîndanê

Hat ragihandin ku li Arjantînê ji bo maddeyên hişbir bişînin zîndanê, kevokan bikartînin. Bûyer ji aliyê gardiyanekî ve hat fêmkirin. Di dema ku kevokek li ser zîndanê difiriya, kevok gelek tûhaf dihat xuyakirin.

Li welatê Arjantînê, li bajarê Santa Rosa yê, dema kevok di ser zîndanê de difire, wezîfedarên zîndanê dibînin ku torbekeya biçûk li ser pişta kevokê girêdayî ye. Wezîfedar kevokê digrin û dibînin ku di torbe de maddeyka hişbir û USB yek heye. Li ser mijarê lêkolîn hat despêkirin.

Evîna Îbrahîm Tatlıses û Derya Tuna car din geş bû

Jina Îbrahîm Tatlıses ya berê, dayîka Îdo Derya Tuna û Îbrahîm Tatlıses, ev meheke ku bi hevre di tatîlê de wext derbas dikin. Jin û mêr berya 18 sala ji hev veqetiyabûn. Ji her duyan kurekî wan heye û navê wî Îdo ye. Îdo niha 23 saliye.

Îbrahîm Tatlses û Derya Tuna li Bodrûmê meheke wextê xwe bi hevre derbas dikin. Kurê wan Îdo jî bi wan re ye. Tevî ku ji hev veqetiyabûn Îbrahim Tatlıses rêvebiriya şîrketên xwe yên çikkofteyê dabû Derya Tuna.

Bihevrebûna wan kêfxweşiyê daye dost û hevalên wan.

Qralê Urdunê ji yata xwe re bi 800 hezarê Tirkiyê benzîn girt

Keştiya taybet ya ku xwediyê wê qralê Urdunê Abdullahe, hat Marmarîsa Tirkiyê. Mega yat a bi navê “Sarafsa” 82 metre dirêjahiya wê ye. Gelek lux e. Li Marmarîsê 300 hezar litre mazot girtiye ku bi pere dike 800 hezar lireyê Tirk. Ev jî dike 200 hezar Ewro.

Di wextê nîvro de yata qral hat Marmarîsê û gelek bala xelkê kişand. Gelek kes li ber yatê wêneyen xwe kişandin. Xebatkarên yatê paqijiya yatê kirin. Li dora 300 hezar litre ardû xistinê û piştî temamkirina her tiştî derketin geşta behra Egeyê.

Dayan Ebî Elam: Dixwazin herdem pêş çavê kamerayan bim

Dayan Ebî Elam, di sala 2015ê de bû “Şaciwana Havînê ya Lûbnanê”, paşî di sala 2016ê de, weke şaciwana Lûbnanê, di hilbijartina “Şaciwana Cîhanê” ya li Srîlankayê de nûnertiya welatê xwe kir. Xewna Dayan ew e bibe pêşkeşkarê televîzyonê.

Dayan Ebî Elam di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa kar û projeyên xwe kir.

Tu di sala 2015ê de bûyî şaciwana Lûbnanê. Herwiha di çend pêşbirkên din de jî tu weke şaciwan hatî hilbijartin. Ezmûna beşdarbûna van pêşbirkan çawa bû?

Gustîlka ku 13 sal windabu dinava gizêrê de peyda bû!

Jina bi navê Mary Grams ya Kanadayî berî çend salan gustîlka xweya zewacê a bi elmas di zeviyê de winda kiribu êdî heviyên xwe qut kiribu.

Piştî ku careke din gustîlk peyde bu di tevahiya cîhanê de bu nûçe gustîlk di gizêreke nû çêbuyî a di zeviyê de asê mabu de hat dîtin.

Mary Grams ya 84 salî windabuna vê gustîlkê derveyê kurê xwe ev qas sal ji tevahiya malbatê veşartibu. Ji xwe re gustîlkeke erzan kirîbu û wekî ku tu tişt nebuye jiyana xwe dewam kiribu.

Zilamê ku 113 salî bû koça dawî kir

Li cîhanê zilamê herî bi temen ê Polonyayî ku temenê wî 113 sal bû koça dawî kir.

Çapemeniya cîhanê belav kir, di 11.08.2017ê zilamê herî bi temen ê bi navê Yisrael Kristal ku 113 salîbû û mehek din jî jiyan bikira dê biba 114 salî, lê berî bibe 114 salî koça dawî kir.

Yisrael Kristal di 15.09.1903ê de ji dayîk dibe, di dema Hîtler de ji qampên mirinê rizgar dibe û di sala 1950 de li gel malbata xwe koç dike ber bi bajarê Heyfa yê Îsraîlê û li wê derê jiyan dike.

Abone ol Magazin