Ana içeriğe atla

Jina di dinyayê de herî dewlemend mir

Jina karsaz ya Fansiz Bettencourt di 94 saliya xwe de, li Parîsê wefat kir. Liliane Bettencourt xwediya L’Orealê bû ku di dinyayê de, di afirandina kozmetîkê de bi nav û deng e.

Wefata Bettencourtê di rêya çapemeniyê de ji aliyê keça wê Françoise Bettencourt-Meyers de hat ragihandin. Jina kasaz di mala xwe de wefat kiriye. Wê di 21 ê cotmehê de biketiya 95 saliya xwe.

Li welatê Meksîkayê erdhejeka di çapa 7.4 de çêbû

Li welatê Amerîka Başûr erdhejeka mezin çêbû. Mezinahiya erdhejê bi dereca 7.4 hat ragihandin. Xelk derketin kuçe û kolanan.

Erdhej 43 km di binê erdê de çêbû. Navenda erdheje bajarê Puebla ye ku ji Mexico City 130 km dûr e. Erdhej li Mexico City hat hîskirin û gelek kes ji tirsa derketine kolanan.

Heya niha jimara miriyan li dora 32 kesiye lê dibe ev jimar di demên pêşde zêdetir bibe.

Jina herî pîr jiyana xwe ji dest da

Jina herî temen mezin a 117 salî ya bi navê Violet Brown ku ji Jamaikayê ye, wefat kir.

Violet Brown di sala 1900an de hatiye dinyayê û di welatê Jamaikayê de, jina ku temenê wê bi ser 100 salî ketiye, tenê ew e. Di dema ku Jamaika perçeyeka qraliyeta Brîtanyayê bû hatiye dinyayê. Hem dîroka zindî ya Jamaikayê bû.

Bobelata Irmayê li Florîdayê jî xist: Jiyan hat asta rawestandinê

Bobelata Irmayê li eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê da û jiyan hat asta rawestandinê. Bobelat gihaye bajarê Tampayê. Av û xwarina xelkê herêmê nema. Market vala bûn.

Serokê Amerîkayê Trump Florîdayê weka “Herêma Bobelatê” ragihand û kirina alîkariya federal bo herêmê tesdîq kir.

Hat ragihandin ku li rojavayê qerexê okyanûsê, hêza bobelatê kêm bûye. Navenda Netewî ya Bobelatê ya Amerîkayê ragihand ku asta wê ya dûyem e û di sietê e 177 km diçe. Ji ber bandora bayê lez herî kêm 3 kes mirine.

Li Adanayê polîsekî 3 mirovên xwe kuşt

Li bajarê Adana yê Tirkiyê, polîsekî trafîkê du xalên xwe û pismamekî xwe kuşt. Bûyera kuştinê bi sedema pera çêbû. Polîs, her dû xalên wî û pismamê wî li ser 9 hezar pereyê Tirk (2.800 dolar) munaqeşe kirin û berizîn hev. Paşî polîs bi sîliha xwe li wan da. 1 ji wan li ciyê bûyerê û du ji wan li nexweşxanê canê xwe dan.

Li Ankara qeza trafîkê çêbû

Vê sibê li Ankara, li navçe ya Gölbaşıyê otobuseka Cizîriyan ji paş de li TIR ekî da û 3 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Qeza vê sibê li dora 07.00 ê sibê çêbû. Otobus ji Mêrdînê diçû Ankara û ji paş de li treylerekî da. Treyler jî tije garis (gilgil) bû. Li ser qezayê gelek ambûlans û polîs çûn ciyê bûyerê.

Di qezayê de, di serî de ajotvanê otobusê bi du kesên din ve jiyana xwe ji dest dan. Tîmên îtfaiyê bi zahmetî karibûn cenazê ajotvan ji otobusê derbixin.

Li welatê Nîjeryayê qeza hatûçûnê çêbû: 19 kes mirin

Li welatê Nîjeryayê ku dewleteka li rojavayê Afrîkaye, qezayeka hatûçûnê çêbû û di encamê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor nûçeya ajansa Nîjeryayê (NAN), li bakûrê welat, li ser rêya Kano-Katsina du otobus li hev ketin û 19 kes mirin.

Di her du otobusan de bi tevahî 34 rêwî hebûne û 18 ji wan li ciyê qezayê dimrin û 1 ji wan li nexweşxanê dimre.15 rêwîyên dinê jî birîndar dibin. Qeza ji ajotina şaş çêbûye û li ser bûyerê lêkolîn dewam dikin.

Li welatê Misrê mumya yên nû hatin dîtin

Li welatê Misrê 3 hezar û 500 sal berê gora ku ji bo zêringerê qraliyetê, jin û her du zarokên wî hatibû çêkirin, hat dîtin.

Xebatên arkeolojîk yên ku li welatê Misrê, li bajarê El Uksur hatin kirin, di xebatan de gorekî derket holê û tê texmînkirin ku gor di navbera salên 1600 û 1100 an de berya zayînê hatiye avakirin. Gor nêzî rûbarê Nîlê hatiye dîtin.

Nekropola Ûrartûyan ya 2 hezar û 750 sal berê derket holê

Li navçe ya Gurpinar a ser Wanê, kel a ku Ûrartûyan avakiriye ya bi navê Çawûştepe, tê de hinek berhem hatin dîtin ku bê Ûrartûyan çawa miriyên xwe vedişartin.

Şêwirmendiya pêwendiyên Gel yê wezareta Çand û tûrîzmê, li ser mijara Çawûştepe ku niha xebatên binerdê lê dewam dikin, agahiyan da. Kel, di salên dawiyê de ji ber kesên ku li defîneyan digerin, her derî dikolin û kelê jî perîşan kirine. Hat ragihandin ku di kelê de, dema Ûrartûyî miriyên xwe vedişartin, gelek nîşeneyên wan hebûn.

Stêrkê Hollywoodê deriyê xwe ji kurdekî êzidî re vekir

Stêrkê Hollywoodê George Clooney û hevjîna wî Amal Clooney deriyên xwe jî kurdekî êzidî re vekirin.

Kurdê êzidî piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê koçberê Amerîkayê bû û niha li mala George Clooney û hevjîna wî Amal dijî û li Zanîngeha Chicago dixwine.

George Clooney ji kovara Hollywood Reporterî derbarî wî kurdê êzidî de ku bêyî navê wî eşkere bike wiha got: “Bi otobûsekê diçû Mûsilê. Çekdarên DAIŞê du ajokar kuştine û gotine  kesên ku biçin dibistanê emê bikujin. Ew sax felitiye û hatiye Amerîkayê.”

Abone ol Jîyan