Ana içeriğe atla

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan bo navendeke tendirûstî dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca alîkariyeke zêdetir li çiyayê Şingalê dabînkirina pêdawistiyên bingeheke tendirûstî xiste ser xwe.

Eve du heftiye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdawistiyên bigeheke  tendirûstî ku, ji aliyê rêxistina El-Wahede tê avakirin amadedike û her heftî zêdeyî 250 kîlogram derman bo wê bingehê dabîn dike.

Bingeha tendirûstî dikeve navçeya Serdeştî ya çiyayê Şingalê û taybete bi penaberên sere çiyayê Şingalê ku, rojana zêdeyî 50 nexweşan serdana wê dike.

Serok Barzanî bo Mîr Tehsîn: Êzdî dê bighên hemû mafên xwe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û Encumena Rûhanî ya Êzdî kir û di wê hevdîtinê de Mîrê Êzdiyan tekez kir ku welatê wan

Kurdistan e û Êzdî qet pişta Kurdistanê bernadin û dê hemû dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Serkirdayetiya PDK sipasiya xelkê Silêmaniyê kir

Serkirdayetiya PDK ê sipasiya xelkê Silêmaniyê kir. Xelkê Silêmaniyê bi sedema serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Silêmaniyê, bi qelebalixeka mezin civiyan û pêşîwaziya Barzanî kirin. Piştî vegera serokê Kurdistanê ji Silêmaniyê rêvebiriya PDKê bi devkî beyanek da çapemeniyê û li ser navê partiyê Ethem Barzanî axifî.

Ethem Barzanî di axaftina xwe de got ku ew bi xelkê Silêmaniyê gelek serbilindin û xelkê Silêmaniyê tam bi tewreke Kurdistanî xwepêşandane û egera Kurd û Kurdistanîbûnê bicîh anîne.

Eniya Mexmûr û Guwêr ji aliyê asayîşê ve ji bo referandûmê amade ye

Fermandarê eniya Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî ragihand ku ew ji bo referandûmê ji aliyê asayîş û layên din ve amade ne. Pêşmerge her aliyê Kurdistanê di bin ewlehiyê de diparêze û nahêle hîç hêzeke dijmin xwe nezî Sînorê Kurdistanê bike.

Sîrwan Barzanî got bila herkes ji aliyê asayîşê ve piştrastbe û tevli referandûmê bibe. Em eniya xwe diparêzin û hîç arîşeyek nîne bo ewlekariya deverê.

Eger referandûm çêbibe Tirkiye dikare çi bike?

Di çapemeniya Tirkiyê de ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê gelek tişt tên gotin. Di nava çapemeniyê de televîzyon an rojname yên ku nêzî desthilatdariyêne an li dijin gelek tiştan dibêjin. Ji serokkomarê Tirkiyê dema mijara referandûmê dipirsin, ew bersivê dihêle piştî civîna ewlekariyê ya Tirkiyê ku wê di 22 yê mehê de çêbibe.

Tiştên ku di çapemeniyê de tên gotin û dixwazin li hemberê Kurdistana başûr bikin, di nava wan de hinek xal hene ku dertên pêş. Di nava wan de xalên leşkerî û bazirganî hene.

Eger dewleta we hebe, wê ne bombe, dê gul bi ser we de bibarin

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî do li navçeya Soran ya bi ser Hewlêrê ve, di dema li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê diaxifî, ji nîşka ve helîkopterek xwuya kir û gulan avête ser xelkê.

Sponsorê vê projeyê kesê bi navê Huseyn Defermo bû û karsazekî Kurd ji xelkê bakûr bû. Kêfa xelkê Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî ji vê projeyê re gelek hat.

Barzanî ragihand: Em ê piştî referandûmê bi Bexdayê re li ser masê rûnên

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser mijara referandûmê axifî û got: “Mixabin heya niha alternatîfeka baş pêşkêşê me nekirin. Em ê piştî referandûmê bi Bexdayê re li ser masê rûnên.

Îro li bajarê Kurdistanê, li Silemaniyê hevdîtinek hebû. Serokkamarê Iraqê Fûad Mehsûm û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li hev civiyan. Piştî hevdîtinê li stadyûma Silêmaniyê Mesûd Barzanî tevlî mîtînga referandûmê bû û peyama xwe ya li jorê da. Barzanî ragihand ku hevdîtina pêvajoya veqandinê dibe ku du sal dewam bike.

Barzanî, şertê bipaşdexistina referandûmê beyan kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Soranê îro piştî nîvro ji bo referandûma serxwebûnê mîtîngekî kir û ragihand ku alterntîveka ku şûna referandûmê bigre, pêşkêşî wan nekin, wê referandûmê bi paş de nexin. Barzanî weha got:

“ Em referandûmê tenê ji bo ku em bêjin binêrin em referandûmê dikin, nakin. Armanca me ji referandûmê ew e ku dinya hemû zanibe beleê waye em serxwebûnê dixwazin.”

Abone ol Kurdistan