Ana içeriğe atla

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan bo navendeke tendirûstî dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca alîkariyeke zêdetir li çiyayê Şingalê dabînkirina pêdawistiyên bingeheke tendirûstî xiste ser xwe.

Eve du heftiye Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdawistiyên bigeheke  tendirûstî ku, ji aliyê rêxistina El-Wahede tê avakirin amadedike û her heftî zêdeyî 250 kîlogram derman bo wê bingehê dabîn dike.

Bingeha tendirûstî dikeve navçeya Serdeştî ya çiyayê Şingalê û taybete bi penaberên sere çiyayê Şingalê ku, rojana zêdeyî 50 nexweşan serdana wê dike.

Bernard Kouchner: Welatên mezin dê piştevaniya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê berê yê Derve yê Fransa Bernard Kouchner piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anî ziman û ragihand, ew dixwaze bibe welatiyê dewleta Kurdistanê.

Bernard Kouchner, ku ji ber referandoma serxwebûna Kurdistanê hatiye Kurdistanê, îro di civîneke rojnamevaniyê de behsa referandumê kir û got, duh rojeke girîng bû bo gelê Kurdistanê û bo yên ku Kurdan nas dikin jî sûrprîz nebû.

Mesûd Barzanî: Îro gewretirîn û pîroztirîn roj e

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî referandûmê peyama xwe ya ewil da çapemeniyê û tê de hem sipasî û hem gilî gazinên xwe û milletê Kurdistanê da zanîn.

Barzanî di serî de sipasiya hemû xelkê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman, dezgeya bilind ya referandûmê û ya hemû layên ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê de bi rola erênî leyîstine kir. Di pey sipasiyê de rohniyê xiste ser gelek mijaran.

Tevger li Amedê pîroziya Serxwebûnê dikê

 

PeyamaKurd-Li Amedê endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi meşekê encama referanduma serxwbûna Kurdistanê pîroz kirin. Komek ciwan li Taxa Ofisê kom bû û bi alên Kurdistanê govend gerandin. Piştî govende ciwanan bi diruşmeyên "Bijî serxwebûna Kurdistan" û "Kurdistan yek parçe nabe çar parçe" li nava Taxa Ofîsê meşîyan.

Dema meşe welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan ciwana. Ciwanan bi seyara li Amedê tura diavêjin . 

Li Kerkûkê bi şev derketina erebeyan hat qedexekirin

Îro li bajarê Kerkûkê xelk çûn ser sindoqan, dengê xwe da û paşê ji aliyê parêzgeriyê ve, derketina derve hat qedexekirin.

Berpirsê çapemeniyê yê polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamil ragihand ku tenê derketina erebeyan hatiye qedexekirin. Xelk dikare derê derve û ji xwe re bigere.

Derketina derve piştî siet 16.00 hatiye qedexekirin û wê heya sietên sibehî dewam bike. Ev biryara qedexeyê li hemberê bûyîna hinek leystikan hatiye dayîn.

Barzanî li ser tatbîqata Xabûrê got: Me eleqedar nake

Serokê Kurdistanê Mesûd Bazanî şiroveya xwe ya ewilî di mijara tetbîqata leşkerên Tirkiyê ku li Xêbûrê dikin axifî: “Tetbîqatê di nava sînorên xwe de dikin, me eleqedar nake.”

Barzanî di mijara ku gotibû referandûm asayîşa herêmê tehdît dike de tîşkê xist ser mijarê û fikra xwe ragihand: “Em tevli fikra ku referandûma Kurdistanê asayîşa herêmê tehdît dike nabin. Baweriya me ew e ku dema Kurdistan serbixwe bibe, wê asayîşa herêmê behtir saxlem bibe.”

Dîplomatê berê yê Amerîka got: Amerîka wê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike

Dîplomatê Amerîkayê yê kevin û teqawud di derbarê Kurdistanê de ragihand û got wê Amerîka Kurdistana serbixwe qebûl bike.

Dîplomat Peter Galbraith ragihand ku tevî Amerîka û welatên din ewqas zorê dan ser herêma Kurdistanê da referandûmê nekin an jî bi pêşbixin, êdî vegera ji referandûmê qet nabe. Galbraith, got; “Dema piştî referandûmê Kurd ber bi serxwebûnê ve gav bavêjin, wê Amerîka vêya qebûl bike.

Serok Barzanî bo Mîr Tehsîn: Êzdî dê bighên hemû mafên xwe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Mîr Tehsîn Beg û Babe Şêx û Encumena Rûhanî ya Êzdî kir û di wê hevdîtinê de Mîrê Êzdiyan tekez kir ku welatê wan

Kurdistan e û Êzdî qet pişta Kurdistanê bernadin û dê hemû dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Abone ol Kurdistan