Ana içeriğe atla

Bexda petrola Kerkûkê li dijî başûrê Kurdistanê bi kar tîne

 Lijneya Petrol û Gazê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku Bexda petrola Kerkûkê li dijî başûrê Kurdistanê weke karta zext û fişarê bi kar tîne.

Yekşema borî bi biryara Wezareta Petrolê ya Iraqê ji kêlgehên Babgurgur, Cembur û Hebaze veguhastina petrolê heta 4 demjimêran hate sekinandin.

Lê ji kêlgehên Havana û Bay Hesen ku başûrê Kurdistanê serperiştiya wan dike, pabendî vê biryarê nebûn.

Li Kirmanşanê 14 hezar malbat koçeriyê dikin

 Koçerên Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê ji Germesêrê birê dikevin û piştî rêya bi dehan kîlometreyan xwe digihînin Zozanên Dalahoyê. Koçer 3 heyvên havînê li vê zozanê dijîn, ji aliyekê xwe xureka ajelên xwe dabîn dikin, ji aliyê din ve berhemên wan kom dikin.

Nêzîkî 80 hezar nîştecihên parêzgeha Kirmanşanê, di van heyvan de li zozanan konên reş vedidin û ajelên xwe tînin zozanan, li van deran dijîn. Jiyana li zozanan biçûk û mezin, jin û zilam nas nake, hemû bi hevre, bi yekrêzî kêlekekê kar digrin.

Warêla pêtrola brent zêde bû

Warêla pêtrola brent piştî ku li DYA'yê stoqa pêtrolê ya heftane daket bi 50,70 dolarî tê firotin.

Do warêla pertola brent bi 48,61 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 50,89 dolarî. Îro destê sibê jî bermîla petrola brent bi 50,59 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 10.22yan pê va ji sedî 0,17 zêde bû û derkete 50,70 dolarî.

Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla petrola xam bi 48,49 dolarî hat firotin.

Şirketa TEQA yê li Herêma Kurdistanê dest bi derxistina petrolê kir

Şirketa petrolê TAQA ya Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê dest bi derxistina petrolê kir. Şirketa Ebu Zebî ku, bi nave kompaniya TAQA yê naskirî ye ragihand ku li herêma Etroşê ji kana petrolê dest bi derxistina petrolê kirine û rojane 30 hezar bermîl derdixin.

Li gorî rêkeftinê kana petrolê ya navborî dê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şirketa TAQA, Shamran û Maratonê ve bê bikaranîn.

Şîketa Ford 400 hezar seyareyên xwe bi paşde xwest

Şîrketa Fordê ku şîrketeke Amerîkiye û gelek jî mezine, erebeyên xwe yên ku firotibû Amerîka bakûr, wan bi paşve xwest. Jimara erebeyan di ser 400 hezarî de ne.

Li gor beyana ku ji Fordê hatiye dayîn, erebeyên modela wan ku “Transît” ên kamyonet û otobusin, di wan de probelemeke teknîkî heye. Ji ber wê ye ku wan bi paşde xwestine. Lê ev modelên ku behsa wan têkirin yên di navbera salên 01.01.2014 û heya Hezîrana 2017an de hatine çêkirin.

Keviran difroşin derveyê welat

Li gelek welatên dinyayê kêmasiya kevir heye û dema pêdiviya wan bi keviran heye, nikarin peyda bikin. Gurcistan jî niha dereka weha ye.

Li Tirkiyê li bajarê Trabzonê, li qerexê Derya Reş kevir derdixin û ji bo çêkirina lîmana difroşin Gurcistanê. Ev kevir ne kevirên ji rêzê ne ji ber di nava ava şor ya behrê de dikare 160 sal bimînê bê ku biguhure. Firotina kevir, ji bo aboriya Trabzonê salê 8 mîlyon dolar tîne.

Bajarê Bîngolê hesin dişîne derve

Ji salên 1980 an de li bajarê Bîngolê li herêma Servî Hamekê madena hesin dertê. Ji aliye gravîta xwe de gelek dewlemende û berê difrotin bajarê Îskenderûnê bo fabrika Rûsan.

Koçer mala barkirin û ber bi zozanan ve diçin

Koçerî bi serê xwe jiyaneka taybet e. Jiyaneka  xweş û hem bi zahmet e. Şerteke jiyana koçeriyê ev e divê tu ji terş û tareş hezbikî. Di nava gotina terş û tareş de gelek cûreyên ajalên kedî, yên şîr û goşt didin mirovî hene: Pez, mîh, kar, berx…

Li welatê Kurdistanê mirov dikare 4 demsalan bi hevre bibîne. Dema li Beriya Mêrdînê an li Deşta Hewlêrê xelk dehlên xwe radikin, li Amedê û Sêrtê piştî meheke dinê dehlen wan tên çinandinê. Dema mirov di heman demê de here Çiyayê Şerefdînê an Tendûrekê, dehl hêj nuh şîn bûye.

Dewleta Fînlandiya wêneyê Alan danî ser perê xwe

Dewleta Fînlandiya li ser perê xwe yê 5 ewro wêneyê Alanê Kurd danî. Malabata Alan ji Kurdên Kobaniyê bû li Şamê diman. Lê dema şer giran bû malbata xwest here Ewrûpa lê dema di rêya behrê de, di Egeyê de wê derbasê Ewrûpa bibin, ket avê û di avê de xeniqî.

Wêneyê Alanê Kurd di meyda dinyayê de gelek dengveda û niha jî Fînlandiya ew wêneyê li peravê Behra Egeyê danî ser 5 Ewroyê xwe. Bota ku malbata Alan lê siwar bû bû, li ser avê qelibîbû û diya Alan, birayê wî Xalib û Alan di avê de fetisîbûn. Paşî cesedên wan li qerexê bajarê Bodromê xistibû.

Abone ol Aborî