Ana içeriğe atla

Bêje belê şad ke dilê hezar qurban û şehîdan

BELÊ
Bêje belê
Bi dengê xwe
Ji vê kêlê
Çarenûsê
Bi destê xwe
Tenê pirsek
Bo bersivek
Bêje belê
Şad ke dilê
Hezar qurban
Û şehîdan
Li vê xakê
Ruhê pakê
Her şehîdan
Şad ke ev car

Ewrên tarî
Belav bike
Gelê arî
Azad bike
Bêje belê
Ma tu nabîn
Dibirrin jîn
Digirin kîn
Şerq û xerbîn
Bes heram e
Bo me dewlet
Bes xulam e
Li sedsala
kevn û teze
Em xulam in

Jiyana PÎREMÊRD

Şairê Kurd î navdar PÎREMÊRD, navê wî Tewfîq e, kurê Mehmûd Axa yê kurê Hemze Axa Mesrif e. Bi navê PÎREMÊRD tê naskirin; ev nasnav jî di vegera xwe ya welêt de li xwe kiriye. Bi wêjeyê re mijûl bûye û vê nasnavê jî li xwe dike.  Bapîrê wî Hemze Axa jî wezîrê Ehmed Paşayê Mîrektiya Baban bûye.

Li tarîxê binêrin ez kuda me?

Erê dayê metirse vame ha tim!

Wekî roj im niha vame hilatim! 
Ji bo ko te ji dest dijmin derênim

Wekî Zab û Ferat im, kêferat im
Dixwazim derkevim şax û zinaran

Li ber dijmin wekî lat û kelat im
Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî

Ku ez hatim wekî Zab û Ferat im
Didim ber xwe hemî sermayedaran

Wekî şap im di Sîpanê Xelat im
Ji dostan re hemî pertav û ronak

Ji dijmin re wekî ar im, şewat im
Ji bo jar û belengazan bihar im

Ji bo har û neyaran ez şibat im
Li tarîxê binêrin ez kuda me?

Niyan Ezîz dê di fîlmekî nû de bilîze

Xanima aktrîsta sînemayê û fotomodel Niyan Ezîz eşkere kir, ku ew dê di fîlmeke nû de bilîze.

Aktrîst û fotomodel Niyan Ezîz, ji Rûdawê re got, ku ew dê di fîlmeke nû de rol bigre. Niyan Ezîz 27 salî ye, ji malbateke 5 xwîşk û birayan e û zaroka tenê ya malbatê ya bejnkurt ew e.

Sala ku Niyan ji dayik dibe, bavê wê şehîd dibe. Herçend nizane ka soza bavê çawa ye û nedîtiye jî lê ew dibêje dayika wê nehiştiye Niyan hest bi valatiya bavê xwe bike. Lewma dibêje: “Dayika min ji bo min bavînî jî kir, lewma ez wê qet ji bîr nakim.”

Hunermend Mehmet Cizîrî: Ji Cizîra Bota heya Îstenbolê

Mehmet Cizîrî ku bi Anne Marie re duet kiribû di derbarê bernameya xwe û Anne de axifî. Anne Marie ya stranbêja Îngîlîz ku di dinyayê de bi nav û denge û xortê Cizîrî Mehmet Ali Şulan bi hevre duet kiribûn. Mehmet Ali Şulan ê Cizîrî behsa çîroka xwe ya ku ji Cizîrê dest pêdikir û heya Îstenbole dihat kir.

50 sal berê vê berhemê ji Tirkiyê revandibûn

Lahîdekî ku 50 sal berê ji Tirkiyê revandibûn û biribûn Îsvîçre, niha car din wê were Tirkiyê. Hukumeta Îsvîçre di sala 2010an de li ser giliyekî ku hat kirin, , dest danî ser lahit û bi Tirkiyê re têkilî danî. Hukumeta Îsvîçre di ser rêya wezareta xwe ya rewşenbiriyê de ragihand ku lahît ji Antalyayê hatiye revandin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê îro dest pê dike

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê, ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê dike, îro dest pê dike.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê îro 09-09-2017, demjimêr 18.00ê êvarê dest pê dike û dê ev festival di navbera rojên 9 û 16ê Îlonê de birêve biçe.

Festîval dê bi fîlma Zer dest pê bike. Bi giştî 131 fîlm dê werin temaşekirin lê 48 fîlm dê têkevin pêşbaziyê.

 Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bi awayekî serbixwe, her sal di meha Îlonê de tê pêkanîn.

33 sal bi ser koça dawî ya Bavê sînemaya Kurdî re derbas bûn

Îro 33 sal bi ser koça dawî ya Yilmaz Guney re derbas dibin, ku ew weke “Bavê sînemaya Kurdî” tê binav kirin. Yilmaz Guney roja 9ê Tebaxa sala 1984ê li Parisa paytexta Fransayê, koça dawî kir.

33 sal bi ser koça dawî ya sînemaka rû derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney re derbas bûn. Wî 47 salên jiyana xwe bi serkeftinên mezin dagirt.

Derhêner û sînemakarê navdar ê kurd Yilmaz Guney, bi navê rast Yilmaz Putun, di 1ê Nîsana sala 1937ê li gundê Yenîce ya bajarê Edene ya Tirkiyê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji malbateke kurd ê Siwerega Rihayê ye.

Festîvala Filman a Venedîkê dest pê kir

 74emîn Festîvala Filman a Venedîkê ya Navneteweyî li Îtalyayê bi nîşandina filmê "Downsizing"ê ku derhênerê wê Alexander Payne yê û bi eslê xwe ji Amrîkayê ye dest pê kir.

Festîvala filman a herî kevn a cîhanê li Girava Lîdoyê, bi derbasbûna di ser xalîçeya sor û bi nîşandana fîlmê "Downsizing"ê ku Alexander Payne derhênerî kir û Jim Taylor jî senaryoya wê nivîsandiye dest pê kir.

Azad Cundiyanî bîranînên xwe yên pêşmergetiyê dinivîse

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Azad Cundiyanî niha mijûlê nivîsandina bîranên xwe yên serdema peşmergebûnê li çiya û bajêran dinivîse û bi niyete di dema pêş de çap bike.

Derbarê vê yekê de Azad Cundiyanî ji Rûdawê re ragihand, ku piştî ji siyasetê dûr ketiye, niha zêdetir dema xwe ji bo xwendin, nivîsandin û lêkolîna li ser mijarên edebî û siyasî terxan dike û herwiha encamên lêkolînên xwe jî ji Serokê Herêma Kurdistanê re dişîne.

Abone ol Çand û Huner