Ana içeriğe atla

Li Almanya îro hilbijartin e

Li Almanya îro hilbijartinên giştî ye û dengdanê dest pê kir.

Hilbijartin katjimêr 8.00 dest pê kir û xelkên Alman dest bi çûna ser sindoqan kirin. Ji bo hilbijartina Meclîsa Federal wê 61 milyon û 500 hezar kes biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Pêşbirk û berberîya serokwezîrtîyê di navbera partîya CDU û SPD de germ bûye. Lê li dor anket û lêkolînên herî dawîn, partîya CDU li pêş e û dixuye ku wê Serokwezîra Alman cara 4em bibe serokwezîr.

Abdullah Gul: "Kurdên Iraqê ji biryara referandûmê vegerin"

Serokomarê 11emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul li ser referandûma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê bangewazî kir, ‘Ji bo şerê Ereb û Kurdan rû nede, dev ji referandomê berdin'

Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê referandûma 25ê Îlonê de daxuyanî da.

Abdullah Gul wiha nivîsî: "Li demeke ku pişta du welatên erebên misilman Iraq û Sûriye şikestiye û li herêmê ev qas êş û jan tên jiyîn, niha difikirim ku wê baş bibe Kurdên Iraqê ji biryara referandûmê vegerin û rê nedin destpêkirina şerê Ereb û Kurdan."

300 hezar erebên Nînewayê dê dengê erê bidin

Berdevkê eşîrên erebên deşta Nînewa Muzahim El Huwêt ragihand, derdora 300 hezar erebên deşta Nînewa dê beşdarî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibin.

Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Neynewa Muzahim El Huwêt li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê ji rojnameya erebî ya Şerq El Ewset re gotiye, erebên deşta Nînewa xwe welatiyên Kurdistanê dibînin ji ber wê jî dê beşdarî referandûmê bibin û dengê "erê" bidin.

Muzahim El Huwêt her wiha gotiye, derdora 300 hezar erebên deşta Nînewa dê roja referandûmê biçin ser sindoqan û piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Ji hemî cîhanê re îspat bikin ku Kurd serxwebûnê dixwaze

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand: “Roja 25ê Îlonê hewldana hemû jiyana me ye. Divê ji hemû cîhanê re îsbat bikin ku xelkê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Netirsin û biçin ser sindoqên dengdanê da ku derfeta jiyanê ji dest nedin.”

Îro li Kerkûkê perde ji ser peykerekî mezin ê Pêşmerge hate rakirin û Necmedîn Kerîm di merasîma rakirina perdeyê de axivî.

Mesrûr Barzanî: "Em bi rê ya aştiyane daxwaza mafê xwe dikin"

 

Nivîsingeha ragehandinê ya rawêşkarê encûmena asayîşa Kurdistanê belav kir ku, rawêşkarê encûmena asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hevdîtina xwe li gel Balyozê Fransa li Iraqê Birobo Obêrt û şanda li gel behsa rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera başûrê Kurdistanê û Fransayê kir, herwiha pira referandoma serxwebûna Kurdistanê jî.

Hêza dijîterorê gihişt Kerkûkê

Hêzeke mezin a dijîterorê ji bajarê Silêmaniyê gihiştiye Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ye.

Peyamnêrê Spûtnîkê Osman Başqalî ragihand ku hêzeke mezin a dijîterorê ji bajarê Silêmaniyê gihiştiye Kerkûkê.

Hewiha hêzên Pêşmerge ragihand ku hêzên xwe xistine rewşa amadebaşiyê daku rê li ber her metirsiyekê bigirin.

Li gel vê jî, Encûmena Bilind a Referandûmê ragihand ku sindoq û pêwîstiyên dengdanê gihandina Kerkûkê ji bo birêvebirina pêvajoya referandûmê li bajarî.

Qasim Suleymanî ji bo xebatê dijî referandomê cardin çû başûrê Kurdistanê

Hat zanîn ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî cardin serdana başûrê Kurdistanê kiriye û bi rêya çend rayedarên YNKê hewl daye nehêle referandoma serxwebûnê li Kerkûkê were kirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê ku ji çavkaniyekî agahdar bidest xistiye, fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî di heyama çend rojên borî de serdana Herêma Kurdistanê kiriye û fişarek mezin li rayedarên YNKê kiriye ku ji encamdana referandomê poşman bibin.

Serok Barzanî: Em êdî qebûl nakin kesên din nexşeya me bo me bikişin. Li ser vê yekê eger mirin jî hebe em amade ne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Em dikarin di bin çavdêriya civaka navdewletî de, ji bo serxwebûnê, li ser mijara sînor, av, petrol û gaz û herwiha hemû mijarên din, li gel Bexdayê bigihin rêkeftinê. Em dikarin bibin du cîranên pir baş û hevkariya hev bikin da ku ti pirsgirêkên me nebin. Em dikarin salekê heta du salan jî bisekinin.”

Civîna MGKyê bi dawî bû

Encumena Asayişa Netewî ya Tirkiyê derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de helwesta xwe aşkere kir û got: “Referandum nerewa ye û nayê qebûlkirin.”

Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de civiya.

Civîna îro ya Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê piştî 3 saet û 10 xûlekan bi dawî hat û piştî civînê beyannameyk hat weşandin.

Di vê beyannameya xwe de, Encumena Asayişa Netewiya Tirkiyê (MGK) ragihand: “Bi encamdana referandumê mafê me yê bersivdanê parstî ye.”

Abone ol Rojev